Fotograf û Dîmen: Roza Yîgît/bîanet
Di 17ê Kanûna Pêşiyê de, di bin banê koma Morceleyê Kirmanckî de li Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê “Şeva Helbest û Stranên Kirmanckî” hat lidarxistin.
Morceleyê Kirmanckî ku di sala 2018an de ji aliyê komeke kirmanchezan ve bi armanca ku çalakiyên kirmanckî pêk bînin hatiye avakirin, li Amedê bernameya “Şeva Helbest û Stranên Kirmanckî” li dar xistin. Endamên grûba Vateyî, nûnerên saziyan û hezkirîyên helbest û stranên Kirmanckî beşdarî vê bernameyê bûn.
Di destpêka bernameyê de yek ji berpirsên Weşanxaneya Vateyî, Ugur Sermiyanî xêrhatina mêvanan kir û bal kişand ser kar û xebatên Kirmanckî. Her wiha du nivîskarên kirmanc Mehmûd Nêşite û Munzur Çem ku di van demên dawiyê de çûn rehmetê bi sînewîzyonekî hatin yadkirin.
“Piştî pandemiyê yekem çalakî ye”
Ugur Sermiyanî diyar kir ku, piştî pandemiyê ev çalakiya ewil e ku ew li dar dixin û bal kişand ser armanca Morceleya Kirmanckî û got: “Armanca me ew bû ku em her meh çalakiyan li dar bixin. Berî pandemiyê me deh heb çalakî li dar xistin. Ji bo prestîja zimanê me çalakiyên me gelek baş derbas dibûn. Piştî pandemiyê ev çalakiya ewil e ku em li dar dixin.”
“Em îro xemgîn in”
Sermiyanî ji bo Mehmûd Nêşite û Munzur Çemî xemgîniya xwe anî ziman û got: “Wekî hûn dizanin van demên dawiyê du endamên Grûba Vateyî û kedkarê Kirmanckî Munzur Çem û mamoste Mehmud Nêşite çûn rehmetê. Her du kedkarên Kurdî yên mezin bûn. Lewma em îro xemgîn in.”
“Em ê xizmeta zimanê xwe bikin”
Helbestvan Omer Barasiyî jî da zanîn ku, ew dixwazin îro şûnde jî her meh çalakiyekê li dar bixin û werin ba hev û her wiha kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Piştî demeke dirêj îro em hatin ba hev. Çalakiya me gelek xweş derbas bû. Du hevalên me stranên xwe gotin û min jî helbest xwendin. Eleqeyeke xurt hebû. Îro hevalên me, hezkiriyên kirmanckî em tenê nehiştin em pir kêfxweş bûn. Em ê bi van çalakiyan xizmetê zimanê xwe bikin.”
Bername bi helbest û stranên Kirmanckî bi dawî bû.(RY/AY)