Platforma Jinan a Dîcle Amedê û pêkhateyên Tora Têkoşîna li Dijî Tundkariyê ya Amedê ji Qada Dagkapiyê heta cihê ku çawîşê pispor Muhammed Recaî Işik, hevjîna xwe Bedriye Işik lê qetil kiribû, meşiyan.
Meşa ku bi dirûşma “Kuştina Jinan Polîtîk e” pêk hat. Parlementerên Amedê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya û Ceylan Akça Cupalo, hevşaredarên navçeyan, Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên girseyên demokratîk û endamên malbata Rojîn Kabaişê ku di 27 Îlonê de li Wanê winda bûbû û gelek jin tevlî meşê bûn.
Tevî ku hêzên ewlehiyê hewl dan meşa jinên ku li Qada Dagkapiyê li hev civiyan asteng bikin jî, jin bi dirûşmeyan bi girseyî heta Balikçilarbaşiya Sûrê meşiyan.
Di meşê de pankartên “Kuştinên Jinan Polîtîk e”, “Mêr dikuje, dewlet diparêze” û “Em ê rê nedin kuştinên jinan” hatin vekirin. Her weha dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Neparêze, fihêl neke, kujeran bidarizîne", "Jin jiyan azadî", “Ne ji bo jinan, ji bo kujeran barîkat”, “Mêrê kujer, AKPya hevkar” û “Dewleta kujer dê hesab bide” hatin berzkirin
Jinan li Sûra Amedê bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' ber bi cihê ku Bedriye Îşîk lê hat qetilkirin, meşiyan.
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) October 7, 2024
📽️@_evrimdnz pic.twitter.com/LPXSGNp65O
"Polîtîkayên li dijî jinan mêran sor dike"
Jin li cihê ku Bedriye Işik lê hat qetilkirin rawestiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Di destpêkê de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbîlen axivî.
Îşbîlenê bal kişand ser xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil ya Wanê Rojîn Kabaişê ku ji 27ê Îlonê ve winda ye û got:
“Kuştina jinan gihiştiye asteke ku pêşî lê nayê girtin. Em jin dibêjin ku 'Em ê kuştina jinan bide sekinandin.' Û di vî warî de baweriya me bi me heye. Em hemû baş dizanin ku jin ji ber çi tê kuştin. Îro polîtîkayên hikûmetê yên li dijî jinan, mêran li dijî jinan sor dike. Destwerdana li axaftin, rêveçûn û jiyana jinan hemû encama desthilatdarbûna zîhniyeta mêr e. Sedema sereke ya qetlîamên jinan berxwedana jinan a li hemberî tundî û koletiya mêran e.
Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cupolda, anî ziman ku tundkariya di demên dawî de zêde bûye bi polîtîkayên dewletê re têkildar e. Akçayê Narîn Gûran a 8 salî ya di 21ê Tebaxê de li gundê Tavşantepeyê winda bû û 19 roj piştre cenazeyê wê li Çemê Egirtutmazê hat dîtin bi bîr xist.
Akçayê bal kişand ser qetlîamên dawî yên jinan û wiha berdewam kir: “Eger li ber çavan bê girtin ev bi temamî bîlançoya şer e, qirkirina zayendî ye. Ger weke ku şer e bihata qebûlkirin, dê banga agirbestê bihata kirin. Nav lê nakin. Em vê pergala mêran qebûl nakin. Tevahî faîlan di rabirdûya xwe de tûndkarî kirine û dewletê ev yek dizanibû, lê bi zanatî jin neparast. Hêza me di rêxistinbûna me de ye. Rojîn, Mîraç, Gulîstan li ku ne? "Em hesab dipirsin, em ê bipirsin."
"Ji bo Rojînê xeberek bidin"
Piştî Akçayê meta Rojîn Kabaişê axivî û got, “11 roj in Rojîn nayê dîtin. Jin ditirsin û nikarin derkevin derve. Bila destên qirêj ên li ser jinan bên rakirin, zîhniyeta mêr jinan qetil dike."
Meta Kabaişê jî bi bianetê re axivî û xwest Rojîn bê dîtin û weha got: "Em ji bo tevahî jinan li vir in. Bila destê qirêj li ser jinan rabe. Îro 11 roj in em Rojînê nabîne tu xeberek tune ye. Em ji rayedaran, em ji kesên xwedî berpirsiyar dixwazin û kî dibe bila bibe bila ji bo Rojînê xeberek bidin me, bila haya me ji Rojînê hebe, Rojin tune ye. Kî bêje, kî li aliyê me be bila xwedê jî li aliyê wan be."
Meta Kabaişê jî bi bianetê re axivî û xwest Rojîn bê dîtin û weha got:
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) October 8, 2024
" Îro 11 roj in em Rojînê nabîne tu xeberek tune ye. Em ji rayedaran, em ji kesên xwedî berpirsiyar dixwazin û kî dibe bila bibe bila ji bo Rojînê xeberek bidin me, bila haya me ji Rojînê hebe, Rojin tune… pic.twitter.com/P8sLYUw0ZV
"Bi vegerandina Peymana Stenbolê dikare pêşî li kuştinan bê girtin"
Herî dawî endama Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Cansel Talay axivî û diyar kir ku ji bo kesek din winda nebe bang li rayedaran kir ku îstifa bikin. Talay da zanîn ku ew ji bo berfirehkirina têkoşînê li qadan in û got, “Bi tedbîrên parastin û pêşîlêgirtinê dikare pêşî li kuştina jinan bê girtin. Kuştinên jinan bi vegerandina Peymana Stenbolê û terikandina polîtîkayên bêcezatiyê dikarin bên rawestandin. Em naxwazin kesek din ji me kêm bibe. Em bi berpirsyariyên xwe dizanin. “Em têkoşîna xwe berdewam dikin.”
Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
(ED/AY)