Jinên Amedê piştî 8 salan wê 8ê Adarê li bajarê ku qeyum lê tune be pîroz bikin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan ji ber ku 8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanê nêzîk bû dest bi çalakiyan kirin.
Her weha li gelek navçeyan hevdîtinên bi jinan re hatin organîzekirin, hevserokan rûbirû li pirsgirêkên jinan guhdar kirin.
Çalakiyên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hatine organîzekirin, dest pê kirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, bi armanca xurtkirina hevgirtina jinan û afirandina hişmendiyê, bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê çalakiyên cur bi cur li dar dixe.
Di vê çarçoveyê de li Navenda Jiyanê ya Jinan a ku li Kuçeya Ahmed Arif a li Taxa Sanayiyê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû ye, bernameya Şahiya 8ê Adarê û Hevdîtina Jinan hat lidarxistin.
Di çalakiyê de jinan li baxçeyê navendê li ber erbaneyê govend girtin. Paşê, ji aliyê jinên kursîyer û karmendên wezîfedar ve pêşangeha skêçê hat kirin. Pêşangeha ku bi armanca afirandina hişmendiyê hat kirin, rastî eleqeyeke mezin a temaşevanan hat.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, beşdarî civîna çapemeniyê bû. Her weha rapora xebatê ya bi navê "Rewşa jinan a feqîrîyê: Nexşeya newekheviyê li Amedê" ya ku ji aliyê GABBê ve hatiye amadekirin hat ragihandin.
Bucakê got: "Divê em bi hev re qadên feqîriyê yên jinan baş bikin û wan jî têxin vê pêvajoya başkirinê".
Rapora xebata qadê ya bi navê "Rewşa jinan a feqîrî: Nexşeya newekheviyê li Amedê" ku ji aliyê Rêveberiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê (GABB) ve bi hevkariya şaredariyên Sûr û Rezanê ve hatiye amadekirin, bi armanca diyarkirina asta feqîriya jinan li navçeyên Sûr û Rezanê û pêşxistina pêşniyarên çareseriyê, hat ragihandin.
Di civîna çapemeniyê ya li avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Nû de pêk hat, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, Hevşaredara Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevşaredara Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û endamên meclîsa şaredariyê beşdar bûn.
Devrîm Demîr ku axaftina destpêkê ya civînê kir, da zanîn ku Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku di heman demê de Hevşaredara GABBê ye jî, ji ber ku li şaredariyê qeyûm hatiye tayînkirin, nikariye were û silavên Şedal ên ji bo jinan ragihand.
Demîrê li hember tayînkirina qeyûm li Şaredariya Qaxizmanê bertekek nîşan da û axaftina xwe domand û anî ziman ku bi sepandina qeyûm careke din îradeya Kurdan hatiye hedefkirin. Her weha Demîrê got ku ew vê siyaseta qeyûmê qebûl nakin.
Demîrê destnîşan kir ku xebata ku ji aliyê GABBê ve hatiye kirin li Amed, Mêrdîn û Wanê hatiye kirin û li Amedê navçeyên Rezan û Sûrê wek herêmên pîlot hatine hilbijartin. Demîrê diyar kir ku di çarçoveya civînê de nîqaşên li ser feqîriya jinan ên ku dê werin kirin û fikir û pêşniyarên ku dê werin pêşkêşkirin pir bi qîmet in.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê çalakiyên curbicur li dar bixe. Koroya Jinan a ku ji karmendên jin ên şaredariyê pêk tê, dê 28ê Sibatê cara yekem derkeve ser dikê.
Dem û cihên bernameyan weha ne:
"24'ê Sibatê li Navenda Jiyan a Jinên Taxa Kuçeyê û 26'ê Sibatê li Navenda Jiyan a Lalebeyê, 27'ê Sibatê bi Şaredariya Pasûrê re li taxa gundan û li Navenda Jiyan a Jinên Ben û Senê, Şahiya 8'ê Adarê û Hevdîtina Jinan (13:00); 26ê Sibatê li Navenda Jiyan a Jinên Koşuyoluyê Hevdîtina Jinan (10:00); 25'ê Sibatê, serlêdana Passoligê ji bo maça Amedsporê ya 4'ê Adarê (12:00) û beşdarbûna maçê; 26'ê Sibatê li Navenda Çand û Kongreyan ya Amedê fîlma "Navê Min Kêfxweş e" (19:00); 1'ê Adarê li Navenda Çand û Kongreyan ya Amedê şanoya "Morî" (14:00); di navbera 1-6'ê Adarê de bi Şaredariya Sûrê û Şaredariya Yenişehirê re serdana jinên ku li kargehên xişt û kargehên din dixebitin; 2'yê Adarê beşdarbûna maça tîma futbolê ya jinên Amedsporê; 7'ê Adarê pîrozbahiya 8'ê Adarê ya jinên ku li avahiya xizmetê ya şaredariyê dixebitin" çalakî dê bên lidarxistin.
Koroya Jinan cara yekem dê derkeve ser dikê
Koroya Jinan a ku ji aliyê Meclisa Jinên Şaredariya Bajarên Mezin a Amedê ve di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê de ji karmendên şaredariyê hatiye avakirin, dê konsera xwe ya yekem di 28ê Sibatê de pêşkêş bike. Koroya Jinan a ku amadekariyên xwe didomîne, dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê di saet 14:00'an de derkeve ser dikê.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî çalakiya ku ji aliyê Şaredariya Erganiyê ve hat organîzekirin bû.
Şaredariya Erganiyê ji bo 8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanê de konserek li dar xist. Çalakî li salona Erganiyê pêk hat, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Hevşaredarên Şaredariya Erganiyê Birsen Azak Bayar û Şeyar Güldiken û welatî di çalakiyê de amade bûn. Beriya konserê derbarê dîroka 8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanê de agahî hatin dayîn.
Hevserok Bucakê di çalakiyê de diyar kir ku jinên îro hatine cem hev rêhevalên hev in û got, “Hem dayik û hem jî hevalên me, jinên ciwan, di têkoşîna jinan de, di têkoşîna rêxistinkirî ya jinan de, di têgihiştina me de şaredarî, bi perspektîfa azadiya jinê ya demokratîk, her yek ji me rêhevalên hev in. Ez kêfxweş im ku tu heye, ez kêfxweş im ku tu li vir î”.