Narîn Guran di 21ê Tebaxê de li Kolana Tavşantepeyê wenda bûbû û piştî 19 rojan cenazeyê Guranê li çemê ku nêzîkî li cihê wenda bûyî de hat dîtin. Îro bi pêşengiya jinan li Amedê ji bo Narîn Guranê wê konê sersaxiyê bihata amadekirin. Lêbelê hêzên ewlekariyê bi hêceta “ewlehiyê” destûr nedan vedana konê sersaxiyê.
Narîn Guran hat definkirin
Di danustandinan de hêzên ewlekariyê ji jinên ku xwestin konê sersaxiyê vekin re gotin, "Ger hûn li vê derê bi saetan konê sersaxiyê vekin û kesên bi çek werin, em ê çawa we li vir biparêzin? Daxuyaniyê bidin çapemeniyê û biçin." Duh li ser medyaya civakî peyamên gefxwarinê yên derbarê konê sersaxiyê de hatibûn parvekirin.
Bang bi sernava "Ji bo Narînê edalet!" hat kirin û weha hat gotin,"Em ê di konê sersaxiyê yê ku dê di şexsê Narîn Gûranê de ji bo hemû zarokên li Amedê hatin qetilkirin bi pêşengiya saziyên zarok û jinan bên vedan de kom bin" hat parvekirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan ya Rosayê, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), Baroya Amedê, Şaxa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Dayikên Aştiyê û bi dehan jin li Parka Koşuyoluyê li bendê bûn ku konê sersaxiyê bê vedan.
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kayayê axivî û bertek nîşanî astengiya hêzên ewlekariyê ya li hemberî avakirina konê sersaxiyê da.
Piştî ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun hatin qadê, hêzên ewlehiyê destûr dan ku konê sersaxiyê bê vedan.
Jin, zarok û bi dehan kes çûn ji bo konê sersaxiyê. Konê sersaxiyê wê heta saet 17.00an vekirî bimîne.