21Ê SİBATÊ ROJA ZİMANÊ DAYÎKÊ YA CÎHANÊ
Li Amedê bi çalakiyên cûrbicûr 'Roja Zimanê Dayikê' hat pîroz kirin
Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li seranserê Amedê çalakî hatin lidarxistin. Ji bilî kargeh, panel û konseran, etîketên ku bi kurdî hatine nivîsandin hatin belavkirin.
Ji bo roja zimanê dayîkê me weke bîanet hin çalakiyên ji bo ziman şopandin:
Zarokan serdana Mala Dengbejan kirin
Di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de Zarokên ku li Kreş û Mala Nihêrtinê ya Perperikê a girêdayî Rêvebiriya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê dixwînin bi dersdêr, dê û bavên xwe re çûn serdana Mala Denbêjan. Zarokên serdana Mala Dengbejan kirin, firsend dîtin ku bibin şahidê kevneşopiyê ya hezaran salan û çanda dengbejiyê kifş bikin.
Di Roja Zimanê Dayikê de etîketên bi kurdî li cihê bazarê hatin belavkirin. Şaredarên me li Bazara Taxê ya ku li Taxa Cumhurîyetê ye di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de bi belavkirina etîketên ku li ser wan bi kurdî hatiye nivîsandin, bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê.
Ji bo zarokan li gund çalakiya ziman hat li darxistin
Bername di çarçoveya roja zimanê zikmakî de ji bo zarokan bi stranên kurdî berdewam kir û piştre pirtûka repertuwarê ya ku ji stranên Kurdî, kilamên zarokan û lûleyan pêk dihat weke diyarî hate pêşkêşkirin.
Zarokên ku li Zarokistanê ya pirzimanî ya Şaredariya Peyasê ne 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin.
Komeleya Lêkolîna Wêje, Dîrok û Çanda Devkî (SOZDER) bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji bo hişyarkirina ziman li gelek bajar û navçeyan belavok belav kir.
Hevşaredara Şaredariya Bismilê Mizgîn Ekin di 21ê Sibatê Roja Dayikê de li sûka navçeyê etîketên bi kurdî hatine nivîsandin belav kir û ji her kesî xwest ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, ji esnafên li navçeya Sûrê re levhayên derî yên bi kurdî belav kirin.
Şaredariya Çinarê di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de panelek li dar xist. Di panela ku li Navenda Jinan ya Jinwarê hat lidarxistin de rêveberîya şaredariyê û gelek jin tevî bernameyê bûn. Di panelê de pankartên “21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîk ya Cîhanê” û “Jin Jîyane” hatin daliqandin.
(ED/AY)
Hakki Boltan: Desthilatdarî ji tirs û lawaziya xwe zextan li rojnamegeran dike

21Ê SİBATÊ ROJA ZİMANÊ DAYÎKÊ YA CÎHANÊ
Serra Bucak: "Em ê bêhtir li ser ziman bixebitin"
21Ê SİBATÊ ROJA ZİMANÊ DAYÎKÊ YA CÎHANÊ
"Xwedîderketina li zimanê zikmakî xwedîderketina li dîrok, civak û çandê ye"

DEM PARTÎ: Qeyûm pirsgirêka Tirkiyeyê ye, pirsgirêka me hemûyan e.
