Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Şêwirmenda projeya bianetê, Nadîre Mater, parlamentera berê ya HDPyê, Beyza Ûstûn, rojnamevanên Mehmet Gûç û Tugrul Eryilmaz, berpirsê Diyarbekirê(Amed) yê IMC TVyê Farûk Balikçi, nivîskar, Şehmûs Dîken û hûnermend Jûlîde Kural bi dorê bûbûn berpirsên weşana giştî ya Ozgûr Gûndemê, li ser wan kesan bi hêceta wan ‘’propagandaya rêxistinê’’ kirine lêpirsîn hat destpêkirin.
Neh kesan îfade dan
Rojnamevan, Îhsan Çaralan, Işin Elîçîn, Murat Çelîkkan, Ugur Karataş, Oncû Akgûl, parêzer, Ayşe Batumlu, parlamenterê berê yê HDPyê Hasîp Kaplan 13ê Hezîranê îfade dabûn.
Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk(DBP), Sebahat Tuncer û cihgirê hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Saruhan Oluçî duhî li Dadgeha Çaglayanê îfade dabûn.
Tuncer: Erkê me hevgirî ye
Tuncelê û Oluçî li ber dadgehê daxuyanîyek da. Wan got zordariya li ser rojnamegeran, hatiye radeyeka neyê qebûlkirin û divê pêşî lê bê girtin.
Oluçî diyar kir ku nemaze li ser medyaya kurdan û muxalifan zordarî heye û ev yek bi sîyasetê ve girêdayî ye.
Tuncelê jî got dema desthilat zordariya li ser kurdan zêde dike dixwaze medyaya kurdan jî bêdeng bike.
Berpirsên weşana giştî
Ji 3yê Gulanê ve kampanyaya nobedariya berpirsiyariya weşana Ozgûr Gûndemê hatiye dest pê kirin û ji wê demê ve 44 kes bûne nobedar.
Navê wan kesên bûyîn nobedar ev in:
Hasan Cemal, Şeyhmus Diken, Hasan Hayri Şanlı, Cengiz Baysoy, Dicle Anter, Faruk Balıkçı, Kemal Can, Jülide Kural, Ahmet Nesin, Deniz Türkali, Necmiye Alpay, Çilem Küçükkeleş, Saruhan Oluç, Ertuğrul Mavioğlu, Ahmet Abakay, Hasip Kaplan, İhsan Eliaçık, Yıldırım Türker,Murat Çelikkan, Ayşe Batumlu, Nadire Mater, Aydın Engin, Tuğrul Eryılmaz, İhsan Çaralan, Şebnem Korur Fincancı, Işın Eliçin, Uğur Karataş, Mehmet Güç, Beyza Üstün, Celalettin Can, Sebahat Tuncel, Erol Önderoğlu, Nurcan Baysal, Eşber Yağmurdereli, Ragıp Duran, Melda Onur, Celal Başlangıç, Mustafa Sönmez, Ayşe Düzkan, Uğur Güç, Faruk Eren, Kumru Başer, Nevin Erdemir ve Hakkı Botan.
Berpirsên lêpirsîn li ser wan hatiye vekirin
Bi lêpirsîna dawiyê ew kesên lêpirsîn li ser wan hatî vekirin ev in:
Faruk Eren, Ertuğrul Mavioğlu, Ayşe Düzkan, Erol Önderoğlu, Celalettin Can, Mustafa Sönmez, Melda Onur, Fehim Işık, Celal Başlangıç, Eşber Yağmurdereli, Ragıp Duran, Nurcan Baysal, Ömer Ağın, Ahmet Abakay, İhsan Çaralan, Işın Eliçin, Murat Çelikkan, Uğur Karataş, Öncü Akgül, Ayşe Batumlu, Sebahat Tuncel, Saruhan Oluç, Nadire Mater, Beyza Üstün, Mehmet Güç, Tuğrul Eryılmaz, Faruk Balıkçı, Şeyhmus Diken, Necmiye Alpay, Jülide Kural, Yıldırım Türker, Ahmet Nesin, Kemal Can, Şebnem Korur Fincancı, Hasip Kaplan, Nevin Erdemir, Hakkı Boltan. (EA/MB)