Dmîtriy Peskov, Berdevkê Kremlînê derbarê rêkeftina di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo Rojavayê Kurdistanê de gotiye, Heke kurd venekêşin wê bi artêşa tirkan re rû bi rû bimînin.
Bixwîne - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Ne hewce ye em operasyonê bidomînin
Peskov derbarê rêkeftinê ji rojnamegeran re axiviye. Li ser pirsekê ku gotiye “James Jeffrey, Nûnerê Taybet ê DYAyê ji bo Sûriyeyê gotiye digel Rûsya û Tirkiye li Soçiyê gihîştine rêkeftinekê ew ne bawer e hêzên kurdan ji ser sînor vekêşin” Peskovî ev bersiv daye:
“DYA di salên dawiyê de hevalbendê herî nêzîk ê hêzên kurdan bû. Di encamê de DYAyê terka kurdan kir, heta em dikarin bibêjin ew xapand. Kurd li ser sînoran bi tenê hişt û kir ku bi tirkiyeyê re şer bikin.”
Bixwîne - Xalên Mutebeqeta di Navbera Tirkiye - Federasyona Rûsyayê da
Peskovî diyar kiriye ku heke hêzên kurdan ji ser sînoran venekêşin wê hêzên parastina sînoran ên Sûriyeyê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê ji wan deran vekêşin û axavtina xwe wiha berdewam kiriye: “Wê gavê dê hêzên kurdan di bin gindorê tirkan de bimînin.”
Bixwîne - Erdogan û Pûtîn ji civînê derketine
Çi bûbû?
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê duh ji bo li gel Vladîmîr Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê bicive çûbû Soçiyê. Li vir zêdetirî 6 saetan civînek pêk anîbûn û piştî wê di civîna çapemeniyê de aşkere kiribûn ku Rûsya û Tirkiyeyê rêkeftinek îmze kiriye. Li gorî vê rêkeftinê biryar hatiye standin ku hêzên kurdan wê 30 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê vekêşin.
Li gorî peymanê, li cihên ku ji derveyê operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê mane, wê hêzên parastina sînoran ên Sûriyeyê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê parastina sînorî bikin. Di rêkeftinê de behsa wî tiştî nehatiye kirin ku bê ka Tirkiye wê kengî ji derên bidest xistiye, derkeve. (FD)x
Fotograf: AA