Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Federasyona Rûsyayê Pûtîn: "Me gelek caran got ku em xwesteka Tirkiyeyê ya derbarê avêtina gavan ji bo ewlekariya wê ya neteweyî fêm dikin."
Pûtîn: "Wê Tirk û Sûriyeyî bi hev ra aştî û aramiya herêmê pêk bînin. Heke li hemberî hev rêz nîşandan tune be, ev wê ne mimkun be."
"Bi saya biryara ku piştî xebateke gelek dûdirêj hat dayîn wê pirsgirêka Sûriyeyê ya li ser sînorê Tirkiyeyê bê çareserkirin."
Serokê Federasyona Rûsyayê Pûtîn: "Pêkanîna îstiqrareke mayinde li Sûriyeyê encax bi rêzgirtina ji yekparçeyiya axa Sûriyeyê re dibe."
Serokomar Erdogan: "Hêviya me ewe ku Komîteya Makezagonê daxwazên heq û rewa yên Sûriyeyiyan di çarçoveyeke berfireh da pêşiya guherîneke siyasî veke."
"Rewşa Herêma Kêmkirina Rageşiya Îdlibê jî di hevdîtina me da cih girt. Di asta ku xuya dike da li Îdlibê bêdengî bi cih bûye û êrîş kêm bûne û ev jî kêfxweşiyê bi xwe ra tîne."
"Axa Sûriyeyê ku serdemekê bi pevçûn û terorê bibîrdihat, di encama hewlên Tirkiyeyê de piştî çendîn salan jinûve gihişt aramî û îstiqrarê."
"Digel cenabê Serok bi giranî me behsa pêşhatên dawîn ên girêdayî Herekata Kaniya Aşitiyê kir. Derbarê herekata me de min agahiyên berfireh dan cenabê Pûtîn.
"Em welatek ku 350 hezar jê Kurd bo 3 milyon û 650 hezar xwîşk û biryayên xwe yên Sûriyeyî ra ev 8 sal û nîv e deriyên xwe vekiriye. Êdî ji bo ku dawî li hesreta welêt a van xwîşk û birayên me bê divê em gavan biavêjin."
"Mebesta me ya sereke ewe ku di pêvajoya pêşiya me da jîngeha îstiqrarê bê xurtkirin û bê mayîndekirin."
Tirkiye û Rûsyayê li hev kir. Terorîstên YPGyî dê vekişin û artêşa Tirkiyeyê û ya Rûsyayê dê dewriyeya hevbeş bikin.
"Emê di vê pêvajoyê da tevlî dostên xwe yên Ûris ji bo vegerên bi dil bên hêsankirin, bixebitin û mohra xwe li bin projeyên wisa bixin."
"23yê cotmehê piştî 12.00an di nava 150 seatî de terorîstên YPGyî û çekên wan, wê bo derveyî 30 kîlometroyan bên derxistin."
"Bi cenabê Pûtîn ra ji bo têkoşîna dijî terorê, yekparçeyiya axa Sûriyeyê, pêkanîna yekîtiya siyasî û vegera penaberan jî di nav da me îmzeya xwe avêt mutabeqeteke dîrokî."
"Hemû terorîstên YPGyî yên li Tel Rifat û Minbicê wê tevlî çekên wan bo derveyê vê herêmê bên derxistin."
"Tirkiye û Rûsya dê îznê nedin ku ti rojeveke cudaxwaz di axa Sûriyeyê de rû bide."
"Di dawiya 150 saetî da li ser sînorên rojhilat û rojavayê qada Herekata Kaniya Aştiyê da 10 kîlometre di kurahiyê da wê dewriyeyên Tirk-Rûs dest pê bikin."
"Herdû welat jî, ji bo rêlibergirtina xwevedizîna terorîstan wê tevdîran hildin. Ji bo kordînasyon û çavdêriya muxtirayê wê mekanîzmayeke hevpar bê damezrandin."