Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihandiye ku piştî bidawî hatina agirbesta 120 saetî, pêwîst nake ew careke din dest bi operasyona li Rojavayê bikin.
Wezaretê diyar kiriye ku rêkeftinek di nava Tirkiye û Rûsyayê de pêk hatiye, li rojhilatê Feratê ji bilî operasyona “Harekata Kaniya Aştiyê”, pêwîstî bi operasyoneke din nemaye.
Li gor daxuyaniyê paşveçûna hêzên Kurdî ji navçeyên sînorî temam bûye.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin ku ku Amerîkayê ragiahndiye ku vegeriyana YPGyê ya ji wê navçeyê temam bûye û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu peywendiyeke telefonî pêk anîn.
Bixwîne - Xalên Mutebeqeta di Navbera Tirkiye - Federasyona Rûsyayê da
Ev yek di demekê de ye ku li duh agirbesta 120 saetî ya li Rojavayê Kurdistanê bidawî bûbû.Li bajarê Soçîyê yê Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser mekanîzmeya çavdêriya Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê lihev kirine.
Xalên Mutebeqeta di Navbera Tirkiye - Federasyona Rûsyayê da | |
1. Herdû alî jî ji bo parastina yekîtiya siyasî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê û parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê biryardariya xwe pesend dikin. 2. Ji bo têkoşîna li dijî hemû terorîzm, peydabûna wan û badilhewakirina rojevên cihêkarî yên li ser axa Sûriyeyê ew biryardariya xwe diyar dikin. 3. Di vê çarçoveyê da Tel Ebyad û Resûleyn jî di nav da ew qada 32 kîlometre ya ku di nav qada Herekata Kaniya Aştiyê da cih digire wê bê parastin. 4. Herdu alî giringiya Hevpeymana Adanayê pesend dikin. Federasyona Rûsyayê dê asankariyê di cîbicîkirina Hevpeymana Adanayê da, bike. 5. 23ê Cotmeha sala 2019an saet ji 12.00î bi şûn va polêsên eskerî yên Ûris û mihafizên sînor ên Sûriyeyê ji bo ku hêzên YPGê û tevlî çekên wan li derveyê qada Herekata Kaniya Aştiyê li aliyê sînorê Sûriyeyê dimînin bi qasî 30 kîlometre dûr bixin wê biçin wê derê. Ev kar wê di nav 150 saetî da bê temamkirin. Di heman saetî da ji bilî bajarê Qamişloyê wê bi qasî 10 kîlometre ber bi hûndir va li rojhilat û rojavayê sînorê qada Hereketa Kaniya Aştiyê dewriyeya hevpar a Tirk-Ûris dest pê bike. 6. Hemû endamên YPGê tevlî çekên xwe wê ji Minbic û Tel Rifatê bên derxistin 7. Herdu alî jî ji bo rê li ber terorê ya ku hewl dide bi dizî derbas bibe bê girtin wê hewl bidin û tewdîrên hewce dike wê hildin. 8. Ji bo ku penaber awayeke bi dil vegerin û vegera wan bê hêsankirin wê bi şirîkatî xebat bên kirin. 9. Bi armanca miqatebûna sepandin û kordîneya vê muxtirayê wê sihêtiyeke hevpar û mekanîzmaya piştrastkirinê bê damezrandin 10. Herdu alî di çarçoveya Mekanîzmaya Astanayê da bi armanca ku ji bo îxtilafa Sûriyeyê çareseriyeke siyasî ya mayînde bê dîtin wê xebatên xwe bidomînin piştevaniya kar û xebatên Komîteya Makezagonê bikin. . |
(EMK/MB)
*Çavkanî: AA, Rûdaw