Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) û Sendîkaya Zwendekaran ji bo taloqkirina Ezmûnê Lîseyê (LGS) û Ezmûnê Saziyên Xwendina Bilind(YKS)yê 55 hezar îmze Kom kirine. Ezmûnê LGSyê wê di 20ê Hezîranê de pêk werê û yê YKSyê jî 27-28ê Hezîranê da ye.
Egîtîm-Senê hefteyek berê di malpera change.org de kampanyaya îmzeyan destpêkiribû û heta niha 18 hezar îmze kom kiriye. Her weha Sendîkaya Xwendekaran jî di 4ê Gulanê de dest bi kampanyayê kiribû û heta niha 37 hezar îmze kom kiriye.
Aytekîn: Hişyariyên endamê Lijneya Zanistê paşguh dikin
Feray Aytekîn, Seroka Giştî yê Egitim-Senê derbarê kampanyaya îmzeyan ve ji bîanetê re axiviye û gotiye:
“Bi mîlyonan xwendekar, kedkarên perwerdeyê û malbatên xwendekaran naxwazin di dema şewbê de ezmûnên LGSyê û YKSyê di meha Hezîranê de pêk were. Lê dîsa jî dixwazin di meha Hezîranê de van ezmûnan bikin. Ji bo derbarê dîroka kirina ezmûnan de çi tişteke zanistî jî nabêjin.
Çelikoglû: Gotinên me jî gringe
Berat Çelîkoglû, ji Sendîkaya Xwendekaran derbarê kampanyayê de weha axivî ye:
"Armanca me ji kampanyayê ewe ku em wê biryarê qebûl nakin û di vê mesele de gotinên me jî girînge û em bi kampanyayê dixwazin denge xwe bigihîne rayedaran. Di pêvajoya pandemiyê de heta niha derbarê ezmûnan de çend dîrokên cûda ji bo xwendekaran dîyar kirin û gotin planên xwe li gor wê dîrokê bikin. (RT/AY/FD)