Ji bo rojnamegerên ku hatine gritin banga piştevaniyê kirin

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Ferhat Çelîk, Berpirsê Weşanê yê Rojnameya Yenî Yaşamê û Aydin Keser Berpirsê Karên Nivîsan ê heman rojnameyê duh (8ê Adarê) hatin girtin, xebatkar û rêveberên rojnameyê li Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de xebatkarên rojnameyê diyar kirin ku zexta li ser çapemeniyê zêdetir bûye û banga piştevaniyê kirin.
Li gel xebatkar û rêveberên rojnameyê Berpirsê Weşanê yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, parlamenterên HDPyê Zuleyha Gulum û Ahmet Şik, Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Îdîl Ugur jî beşdarî civînê bûn.
Zana Bilir Kaya, edîtorê rojnameya Yeni Yaşamê metna ku hatiye amadekirin xwend û got ku biryara girtinê ji ber nûçeya derbarê mirina endamekî rêxistina istixbaratê ango MİTê bûye û ev ji bo raya giştî ne zanyariyeke nepen e.
‘Me tişên eşkere nivîsand"
Kayayî wiha got: “Beriya nûçe di rojnameya me de derkeve, ev agahî li Meclîsê û li hin medyayan hat belavkirin. Êdî hemû raya giştî pê hesiyabû. Ji ber vê yekê jî ne agahiyek veşartî ya dewletê bû. Her wiha di rojnameya de îbareya ‘endamê MÎTê jî cih negirtiye. Hevalê me ewilî hatin berdan û paşê jî li ser hêncetên pûç hatin girtin. Armanca wan ew e ku hevalên rastiyê nebêjin û werin girtin. Di demên dawî de adeta girtin û binçavkirina rojnamegeran anîne rewşek rûtîn. Girtina hevalên me xala ku AKP di 18’emîn saliya xwe de gihîştiyê kurte dike.”
Kayayî destnîşan kir ku armanca van binçavkirin û girtinan ew e ku çapemeniya azad bêdeng bikin û wiha got: “Dixwazin pêşî li rastiyan bigirin. Lê nikarin. Dîroka me ya xwe dispêre salên dirêj jî dide nîşandan ku me tu carî ji dest ji rastiyan bernedaye û her tim rastî wezîfeya me bûye. Wek ku hevalê me Ferhatî jî digot di destê me de meşaleya Mûsa Anter heye, me hilgirtiye û wê ev meşale qet ji destê me nekeve erdê. Em wek rojnameya Yenî Yaşamê bi awayek rast û rast rêwitiya xwe didome û em ê bidomînin. Biryara girtina hevalên me wê ne me wê deqek reş bi li eniya wan. Em carek din dubare dikin, Rojnamegerî ne sûc e. Divê hevalên me demildest werin berdanê.”
Piştî axaftina Zana Bîlîr Kayayî, edîtorê Yenî Yaşamê Ender Ondeş, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, Parlamentera HDPê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik ê rojnameger jî bi dorê di civînê de axivîn, nêrînên xwe anîn ziman, bertek nîşanî biryara girtina Çelîk û Keserî dan û peyama piştevaniyê dan. (HA/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
