Fotograf: AA
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkîyeyê lîsteya kontenjanên dersdaran eşkere kiriye. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozerî derbarê teqwîma tayînkirina 45 hezar dersdaran de agahî daye. Di nav 45 hezar dersdaran de, îsal dê ji bo zaravayê kurmancî 35 û ji bo zazakî ango kirmanckî 15 dersdarên kurdî bêne tayînkirin.
Akademîsyen Kenanê Nado û Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalanî, tayînkirina 50 dersdarên kurdî ji bianetê re nirxandin.
Dersdarê Zanîngeha Mêrdîn Artûklûyê Dr. Kenanê Nadoyî ku ev du sal in li Tirkîyeyê ji bo dersên bijarte yên kurdî serkêşiya kampanyayan dike, anî ziman ku hikûmeta Tirkiyeyê ev ji bo hilbijartinê bikar tîne:
Nado: "Kurd bêxwedî nebûna rewş wê biguheriya"
*Kenanê Nado, Fotograf: Twitter
“Ji aliyê siyasî ve belî bû. Ji xwe hilbijartinek heye yanî diyar bû tiştekî ji bo kurdî bikin, bi ya min ji 3 kontenjana zêdekirina 50 kontenjanan ji ber vî ye. Ez ne bawer im wek kulîsekê ji bo kurdî tiştekî hatibe kirin ku hikûmet ev tayînkirin wisa bilind kiriye. Hikûmetê li gorî xwe, li gor plana xwe wisa kiriye. Ev kontenjanên hanê di sala 2014 û 2015an de jî didan. Salek du sal bi vî şiklî tekrar kir. Paşê derhal hejmar bû 2-3. Çar pênc salan wisa berdewam kir û ji nû ve cardin kurd bûne cazibeya hilbijartinê. Lewma ev kontenjan cardin bilind bû. Eger ku bi rastî bêxwedî nebûna ji aliyê kurdan ve jî, ji bo vî tiştî lêxwedîbûn hebûya, kulîs hatiba kirin, bazara xwe bikira, bawer bikin rewş dê biguheriya.
Nadoyî, rexne li siyaseta kurdan jî kir û got: “Bêgûman wekî şexsekî ji bo 50 kontenjanan şa bûm lê ev ji bo kurdan tabloyeke bêxwedîbûnê ye. Bi milyonan kurd hene lê her carê 2-3 kontenjan vediqetînin. Helbet ev ji bo hilbijartine ye. Kurd bi tenê hebûna xwe bi nasnameya xwe siyasetê ji siyaseta kurdan bêtir didine zorê. Yanî evan ne ku ji kulîsên siyaseta kurdan e ku hatiye ji 3yan bûye 50. Hebûna kurdan bi xwe li wan sepandiye li wan daye zorê ku mecbûr mane ji bo raya wan ev kontenjan vekirine.”
“Herî kêm 500 dersdar divê bên tayînkirin”
Her çiqas amareke wisa fermî ku teqez bûbe ji aliyê zanîngehan ve tune be jî lê gorî mezûnên salan ku kontejanên dane zanîngehan, mezûnên lîsans û lîsansa bêtez herî kêm hezar kes hene. Nadoyî da zanîn ku ji bo dersên hilbijartî herî kêm 500 dersdar divê bên tayînkirin: “Dema em bêjin herî kêm 500 kontenjan, ev nay wê manêyê ku heqê kurdî ev tenê ye. Ev reqem demkî tên xwastin. Bêgûman ji bo kurdî bi hezaran lazim e. Heger kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, ji bo hemû beşan lazim e. Lê halîhazir bi rastî jî bi awayekî cidî ev dersên hilbijartî bêne dayîn, divê ji 500î kêmtir nebe û ev her sal xwe tekrar bike.”
Ocalan: “Ji bo me kurdan gelekî komîk e”
*Omer Ocalan, Fotograf: HDP
Parlementerê HDPyê ya bajarê Rihayê Omer Ocalanî jî diyar kir ku, 50 kontenjan ji bo Kkurdan pêkenokek mezin e û helwesta Hikûmeta Tirkiyeyê ya li hemberî zimanê kurdî rexne kir: “Em jî wek HDP hertim perwerdeya bi zimanê dayikê diparêzin. Kurd li vî welatî bi milyonan hejmara wan heye. Ji sedî 20-25 hemwelatiyên vê axê ne. Lê mixabin ji bo wan 50 kontejan were tayinkirin ev tiştekî ne rast e. Dewleta Tirkiyeyê daxwaza gelê me di ber çavan re nagire. HDP dibêje, kurd dema li vî welatî jiyan dikin, daxwaza wan ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê heye. Helbet ji bo dersên hilbijartî tayînkirina dersdêrên zimanê kurdî giring e, lê em van tiştan sembolîk dibinin. Heta niha 2-3 dersdarên kurdî tayin dikirin, îsal ji bo hilbijartinê dixwazin tayinkirinekî zêde bidin xuyakirin . 50 kontenjan ji bo me kurdan pêkenokek mezin e.
“Bila gelê me jî vî tiştî baş bizanibe em ê doza zimanê kurdî bimeşînin. Em dixwazin, li welatê xwe li Kurdistanê û li metropolên Tirkiyeyê hem ji aliyê perwerde hem ji aliyê fermiyetê ve kurdî bibe zimanê duyem. Dewlemendiya ziman vî welatî xirab nake. Li gelek dewletên ewrûpî, ji bo ziman winda nebe dewlet piştgiriya çend zimanan dike, alikariya wan dike, xwedî lê derdikeve. Lê li Tirkiyeyê bi dehan zimanên cuda hatine wendakirin. Niha jî pişaftin û asîmîlasyonek gelek mezin li ser zimanê kurdî heye.”
"Daxwaza me ya herî mezin perwerdeya bi zimanê kurdî ye"
“Plansazî, rêzikname û nêziknameya HDPyê de, perwerdeya bi zimanê kurdî heye. Em ê li her derê vî tiştî biparêzin, di bin sîwana HDPyê de jî komîsyona me ya çand huner û ziman heye berpirsyarê vê komisyonê jî em in. Di qada her jiyanê de lazim e mirov zimanê xwe bikar bîne. Siyaset be siyaseta xwe bi zimanê kurdî bikin, perwerde be bi zimanê kurdî, çapemenî be bi zimanê kurdî. Wê demê qebûlkirinek mezin jî dê pêş bikeve. Daxwaza me ya herî mezin li Kurdistanê perwerdeya bi zimanê kurdî ye.”
Ocalanî di dawiya axaftina xwe da bang li dersdarên zimanê kurdî kir û da zanîn ku, divê dersdarên zimanê kurdî jî bi şekleke xurt parastin û pêşengtiya vê beşê bikin. (RY/FD)