Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê di sala 2022an de daye despêkirin de di 24ê Îlonê de li Amedê polîsan bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û her wiha Koperatîfa Ziman û Hunerê ya Ankayê ve gelek malan de girtin.
Di encama serdegirtinên sazî malan de 30 kes hatibûn desteserkirin.
Polîsan bi ser avahiyên MED-DER û Payîz Pirtûkê de girtin
Xwediyê Payîz Pirtûkê Cîhat Guney piştî îfadeya li dozgeriyê di 25ê Îlonê de serbest bûbû.
Dersdêrên kurdî jî di nav de 28 kes li ser îdiayên şahidê nepen û şahidê naskirî Umît Akbiyik hatibûn desteserkirin. Îfadedayîna desteserkiriyan li Emniyetê bi dawî bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 28 kesên hatibûn desteserkirin vê sibehê birin Edliyeya Amedê.
Dozgeriyê dest bi îfadegirtina kesên desteserkirî kir û.pirsên weke, “Xebatên MED-DER’ê çi ne?", "Ji bo hûn van xebatan bi rê ve bibin kî fermanê dide we?”, “Gelo rast e ku hûn kesan dişînin nav rêxistinê?”, “Kî van kesan dişîne nav rêxistinê?” û "Di navbera MED-DER’ê, Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Ankayê de çi têkilî heye?” pirsin.
Di nav kesên hatin desteserkirin de dersdêrên kurdî, Hevserokên MED-DERê Mehmet Remzî Azîzoglu û Şukran Yakut û endama Desteya Weşanê a Kovara Jîneolojiyê Rojda Yildiz jî hene.
Endama Desteya Weşanê a Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz hat desteserkirin
Çi bûbû?
Di 24ê Îlonê de li Amedê polîsan bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û her wiha Koperatîfa Ziman û Hunerê ya Ankayê ve gelek malan de girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin de 23 xebatkarên komele û saziyan hatin desteserkirin.
Di serdegirtinan de dest danîn ser pirtûk, kovar, hard-diskan. Li ser dosyayê biryara nepeniyê heye û hevdîtina bi parêzeran re hatiye sînordarkirin.
Bi operasyonên hemwext ên li Îzmîr û Mêrdînê re di heman rojê de hejmara kesên hatin desteserkirin derket 26an.
Di serdegirtina li Payîz Pirtûkê de dest danîn ser 409 pirtûk û 144 kovar û rojnameyan. Desteserkirin 2 rojan berdewam kirin û bi giştî hejmara desteserkirinan derket 30î. Di 25 û 26ê Îlonê de 2 kes serbest bûn.
(TY/AY)