Foto: Pınar Tarcan/bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Xelata Navnetewî ya Hrant Dînkî ji sala 2009ê û vir ve her sal 15ê Îlonê, roja jidayikbûna wî digihêje xwediyên xwe. Îsal xelat dane Mûrat Çelîkkan, Dîrektorê Navenda Heq, Edalet û Bîrê.
Çelîkkan: Ez vê xelatê ji bo hêviyê distînim
Parêzer Eren Keskîn û Doktor/Lîstikvan Ercan Kesalî xelat pêşkêşî Çelîkkanî kirin.
Çelîkkanî di axavtina xwe de got, “Ez hêvî dikim ku ji ber ez mirovekî qenc im ev xelat dabin min. Ji bir nekin, her gavê qelşek heye û di wê qelşê de hêvî diçûrise. Ez vê xelatê ji bo hêviyê distînim.”
10em Xelata Navnetewî ya Hrant Dînkî ji derveyî Tirkiyeyê dan Rêxistina Mafên Mirovan a bi navê Mwatanayê ya ji Yemenê.
Rêxistinê hemû bûyer û pêşketinên di dema şerê navxweyî yê Yemenê de ragihandiye qada navnetewî. Ji ber vê rola wê hêjayî xelatkirinê hatiye dîtin.
Endamên juriya Xelata Hrant Dînkî Albie Sachs û Rakel Dînkê li ser navê rêxistinê, xelat dan Radya el-Mutavakelê.
El-Mutavakelê di axavtina xwe de got: “Her çiqas ku di navbera rewşa li Tirkiyeyê û ya li Yemenê de ferqên gelekî mezin hebin jî, em weke rêxistinên mafên mirovan rastî astengiyên weke hev tên.”
Di şeva xelatdayinê de Koma Medz Bazarê, Vomank û Koroya Zarokan a bi navê Sahakyanê jî stranên xwe pêşkêş kirin.
Rakel Dînk: Ez dixwazim ji vê xewna xirab hişyar bibim
Bernameya pêşkêşkirina xelatan roja şemiyê (15ê Îlonê) li Qesra Kongre û Pêşkêşiyê ya Lutfu Kirdar a li Harbiyeyê çêbû. Rakel Dînkê axavtina destpêkê ya bernameyê kir.
Dînkê çalakiya 700î ya Dayikên/Mirovên Şemiyê bi bîr anî û wiha got:
“Hişê min têrê nake ku ez rewşa li welêt fam bikim. Ez dixwazim ji vê xewna xirab hişyar bibim. Ez dixwazim çawê xwe li Tirkiyeke wiha vekim ku lêborîn ji Dayikên Şemiyê hatiye xwestin, bi hezaran, bi sed hezaran kes qurnefîlan datînin Qada Galatasarayê.”
Endamên juriyê ji van nava pêk dihat
Eren Keskîn (parêzer, xwediya Xelata Navnetewî ya Hrant Dînkî ya sala 2017ê, çalakvana mafên mirovan), Ai Weiwei (Hunermend, xelatgirê Hrant Dînkî ya Navnetewî ya sala 2017ê), Albie Sachs (Çalakvanê mafên mirovan, dadwerê berê), Ayşe Kadioglû (Zanyara siyasetê), Ercan Kesal (Nivîskar, lîstikvan, derhêner), Ozlem Dalkiran (Çalakvana mafên mirovan), Ronald Grigor Suny (dîroknas), Sarkis (hunermend), Serj Tankian (Muzîkjen û çalakvanê siyasî), Zainab Salbi (Çalakvana mafên mirovan), Rakel Dînk (Seroka Weqfa Hrant Dînkî).