Sahak Maşalyan bûye petrîkê nû yê ermenîyên Tirkiyeyê

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
16 hezar hilbijêran roja Yekşemê bi dengên xwe delegeyên Petrikxaneya Ermenîyan a Tirkiyeyê hilbijartibûn. Delegeyan îro Sahak Maşalyan wek petrîkê nû hilbijartiye.
Zêdetirî 10 salan e ku kêşeya hilbijartina keşeyan a ermeniyên Tirkiyeyê didome. Welê dixweyî ku ew kêşe dê bi dawî bibe.
Maşalyanî ji 119 dengan 102 deng standine
Siet 17.00ê ji bo petrîkê nû yê Petrîkxaneya Ermenîyan a Stenbolê diaya pêşwazîkirinê (Hraşapar) dê bê kirin. Maşalyanî ji 119 dengan 102 deng standine bûye Petrîkê 85. ê Petrîkxaneya Ermenîyan.
Polîsên sivîl dora patrîkxaneyê girtine.
24ê Îlonê Wezareta Karên Navxweyî fermannnayek weşandibû û qedexe kiribû ku ermenîyên ne li Tirkiyeyê ji bo petrîkxaneyê dengê xwe bidin.
BIXWÎNE: Platforma Ramanê: Patrikiya Ermeniyan ya li Tirkiyê hatiye dagirkirin
Piştî fermannameya wezîrîyê hin endamên petrîkxaneyê diyar kiribûn ku hilbijartina petrîkxaneyê bi rêyeka demokratîk dê neyê kirin. Li ser vê yekê doz vekiribû.
Deh sal in ku ji ber wekîlî dest ji karê xwe bernedida ermeniyan nedikarîn patrîkekê nû hilbijêre.
Petrik çawa têne hilbijartin?
Dema ku erka patrikiyê vala dibe heta ku hilbijartin çêbibe ji bo ku saziyan birêve bibe kesekî ku jê re “qaymeqam” tê gotin tê hilbijartin.
Heta hilbijartinê li ser navê patrik hemû kar ji hêla vî kesî ve tê kirin. Ji bo ku karê hilbijartinê birêve bibe heyeta bi navê Muteşebbis tê avakirin.
Ev heyeteke bi temamî sivîl e. Sîstema hilbijartinê ji du qonaxan pêk tê. Li gorî qerebalixiya hejmara herêman hejmara delegeyan tê tayînkirin. 1/7ê delegeyan ji nava rûhaniyan tên hilbijartin. 6/7ê ji nava gel tên hilbijartin. Hilbijartina patrik jî ji hêla delegeyan ve pêk tê.
(PT/MB)
18 roj in ku li Çiyayên Kazê protestoyên aştîyane didomin

Agir bi gundên Suryaniyan ketiye

Li Heskîfê devikên bendavê hatiye girtin, av bilind dibe

Li Gokçeadayê welatiyekî rûm hatiye kuştin

Polîsan ew kesên çûyîn Meydana Taksîmê desteser kirine
