Polîsan ew kesên çûyîn Meydana Taksîmê desteser kirine

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtîya Stenbolê ji ber 1ê Gulanê çûna Meydana Taksîmê qedexe kiribû. Komek mirovên ku çûne Meydana Taksîmê dirûşma "çênabe meydan ji bo gel bê girtin" gotine. Polîsan 14 kes desteser kirine.
20 kesên Yekîtîya Ciwanên Şoreşger karîne xwe bigihînin meydanê.
Polîsan ew kesên desteserkirî ji piştê ve kelepçe kirine û birine.
Li gor agahiyên destkeftî li Şîşlîyê 27 û li Beşîktaşê 9 kes hatine desteserkirin.
Sala 1977ê li Meydana Taksîmê 41 karker hatibûn kuştin. endamên sendîkaya Turk Işê ji ber ku nekarîn biçin meydanê, kulîlk danîn rêya Kazanciyê ku diçe Taksîmê.
Komek karkerên endamên DISKê li ber peykerê li Meydana Taksîmê ew kesên li wê meydanê hatîn kuştin û ew karkerên îro li Rûhayê di qezayê de mirîn yad kirin. Karker ji bo rêzlêgirtinê deqîqeyekê bêdeng rawestiyan.
(EKN/MB)
Sahak Maşalyan bûye petrîkê nû yê ermenîyên Tirkiyeyê

18 roj in ku li Çiyayên Kazê protestoyên aştîyane didomin

Agir bi gundên Suryaniyan ketiye

Li Heskîfê devikên bendavê hatiye girtin, av bilind dibe

Li Gokçeadayê welatiyekî rûm hatiye kuştin
