“Îradeya demokratîk hatiye kuştin”

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevşaredarê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Selçuk Mizrakliyî got “parçeyokên paşiyê yên demokrasîyê jî bi vê biryarê hatiye tinekirin. Qurbanîbûna me ne kesane ye, ya qurbanî demokrasîya Tirkiyeyê ye.” Mizrakliyî ev gotin piştî ji karî hat sûrxistin li ser bûyerê got.
Bi biryara Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê vê sibeyê(19ê Tebaxê) Selçûk Mizrakli ji karê xwe hat dûrxistin.
“Qanûna Bingehîn tine hat hesibandin”
“Hilbijartina 31ê Adarê tine hatiye hesibandin. Qanûna Bingehîn tine hat hesibandin. Divê ev bûyer welê neyê dîtin ku sê bajaran eleqedar dike. Ev biryar nîşan dide ka pêvajo dê çi qasê bi êş û zehmet be.”
“Vê gavê gelek polîs li avahîya şaredarîya me ne. Ez dibêjim qey dest bi lêgeriyanê kirie. Lê nizanim ka li çi digerin. Heke li gendelîyê bigerin divîya di dema qeyûmî de ev yek kiriban.”
(RT/MB)
Şaredariya Esenyurtê hatiye dorpêçkirin: "Em qeyûm naxwazin"

Koma ku stranên “Keça Kurdan” û “Şervano” digotin hatin desteserkirin

Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin

13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind

Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir
