Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Şaxê Stenbolê ji bo 20ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanî, civîneke çapemeniyê pêk anî. Serokê Şaxê Gulseren Yolerî, endamên Komisyona Penaberan Dogan Ozkan û Ferît Batû li ser navê saziyê civîn pêk anîn.
Gulseren Yoleriyê diyar kir ku pirsgirêkên penaberan yek ji pirsgikêrên herî girîng ên cîhanê ne û van di bin navê perwerde, tenduristî û mafê jiyanê de nirxand. Her weha ji rapora Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî hin mînak par ve kir.
Yoleriyê got ku li cîhanê 70 milyon kes ji cihê xwe hatine kirin û weke penaber dijîn û wiha berdewam kir: “Penaber rastî helwestên dijminatiya biyaniyan û kedxwariyê tên û ji mafên bingehîn ên mirovî bêpar dijîn.”
Yoleriyê derbarê penaberên li Tirkiyeyê de hin amar jî belav kir û got ku heta Hezîrana 2019ê 3 milyon û 613 hezar û 644 sûriyeyiyên qeydkirî tê de, bi giştî nêzîkî 4 milyonan penaber li Tirkiyeyê dijîn.
Her weha destnîşan kir rêza penaberên li Tirkiyeyê wiha ye: Sûriye, Afxanistan, Pakistan, Iraq, Filistîn, Îran, Gurcistan, Myammar, Moldova, Bangladeş, Ozbekistan, Cezayîr, Komara Efrîqaya Navîn, Kongo û Somalî.
Penaber weke xetere tên dîtin
Yoleriyê got ku penaber li hêlekê nayên xwestin, di jiyana aborî, civakî û siyasî de weke xetere tên dîtin lê li hêla din jî bi pereyên hindik û bêyî ku bên qeydkirin tên xebitandin, ji bo rêxistinên sûckirinê û fihûşê tên bikaranîn.
“Tirkiye heta demekê jî ji bo penaberan welatekî wiha bû ku li ser wê diçûn welatên din. Lê îro 83 hezar û 800 penaberan daxwaza manê li Tirkiyeyê dikin û bi vê hejmarê li cîhanê bûye pêncem welatê ku herî zêde daxwaza penaberiyê lê tê kirin.
“22 navendên bi şûn de şandinê û 2 navendên bi şûn de şandinê yên demkî hene ku Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Koçberiyê ve tê birêvebirin. 16 hezar û 116 kes dikarin li vir bimînin. Ji ber şertên wan ên mîmarî, yên jiyanê ne nabe ku penaber demdirêj li van deran bimînin, her weha je ber îşkence û hindikbûna xurekan, rewşa paqijiyê gelek caran gazind û şikayet ji van deran tên kirin. Li van deran penaber ji bo demên dirêj tên hiştin.
Penaber herî zêde li Stenbolê ne
“Li Tirkiyeyê 3 milyon û 613 hezar û 644 penaberên sûriyeyê jî tê de, nêzîkî 4 milyon penaber hene. Ev li 81 bajaran belav bûne. Lê herî zêde li Stenbolê ne ku hejmara wan 504 hezar û 465 e. Li Antalyayê 101 hezar û 656 û li Enqereyê jî 85 hezar û 904 penaber dimînin.
“Lê tenê du Navendên Qebûlkirin û Hewînê hene ku kesên serî lê dane yan jî biyaniyên xwedî statuya parastina navnetewî dikarin lê bimînin. Yek li Yozgatê ya din jî li Tekîrdagê ye. Tenê cihê hewandina 150 kesan li vir heye. Lê nêzîkî milyonek kesî li Tirkiyeyê serî ji bo parastina navnetewî daye.
“Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê ya Milî ji milyonek û 670 hezar û 700 zarokên sûriyeyî tenê 648 hezar û 592 zarok dikarin biçin dibistanê.
“Li gori rapora Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî ya 2018ê, 2 hezar û 217ên wê ji Behra Spî, bi giştî 4 hezar û 476 penabar di rêya çûna Ewropayê de mirine. (HA/FD)