Sala 2025an ji bo rojnamegeran bi zextên hikûmetê de dest pê kir. Bi dehan rojnameger hatin desteserkirin, dest danîn ser amûrên wan yên teknîkî û axavtin û hevdîtinên wan yên 12 berê bûn mijara lêpirsînan û her weha gelek rojnameger jî hatin girtin.
Nûnerê Amed û Heremê yê DÎSK Basin İşê Hakki Boltan têkildarî çewisandin, girtin û desteserkirina rojnamegeran bi bianetê re axivî.
"Armanc astengkirina mafê ragihandinê ye"
Di van demên dawî de zext û desteserkirinên li dijî çapemeniyê zêde dibin. Di dema desteserkirinan de jî bi angaşta “biryara nepenîtîyê” nahêle parêzer biçin rojnamegeran bibîne. Rojnameger bi rojan desteserkirî dimîne. Hûn vê polîtîkaya êrîş û tirsandinê çawa şîrove dikin?
Her ku diçe êrişa li ser rojnamegeran û saziyên rojnamegeriyê zêde dibe. Lê ne tene rojnameger; gel û muxalefet jî di hedefê de ne. Armanc astengkirina mafê ragihandinê ye. Naye xwestin gel bê agahdarkirin. Tê xwestin gel kehr be, kor be û lal be. Siyaseta “kehr- kor-lal” di meryetê de ye. Rojnameger bi xebata rojnamegeriyê gel bi çav û bi goh dike. Bi hiş û keramet dike. Gelê serwext kare siyaseta ne baş a di meriyetê de vala derbixe. Tehemula desthilatdarê ne demokrat ji zanebûnê re nîn e. Naxwaze mafê gel ê wergirtina agahiyan pêk bê, naxwaze azadiya raman li pêşkeve, naxwaze heqiqet aşekera be. Ji bo pêşketina van geşedanan rojnamegeran berpirs dibîne. Desthilatdar ev kîn û nefreta xwe ya arjeng bi serdagirtina malên rojnamgeran, bi binçavkirin û girtina rojnamegeran vedireşe.
Balkêşe, her çend van êrişan zêde jî dibin rojnameger serî natewînin û dev ji xebata rojnamegeriyê, şopandina nûçe û heqîqetê, pêknanîna wergirtina mafê ragihandinê ya gel bernadin.
"Desthilatdar ji teşhîrê ditirsin"
Di vê sedema dawî de rojnameger zû tên girtin lê piştî çend rojan an çend mehan tên berdan. Hûn vê çawa dinirxînin?
Desthilatdarên dikta yên ku desteka civakî winda dikin fikarên wan ên curbecur dertên holê. Pirtirê wan ji ber sûcên ku kirine tirs û fikar li wan peyda dibe. Dikevin derdê text û bextên xwe. Darazê dikin amureke siyasetê, derbarê jiyana demokratîk de çi hebe gav bi gav tine dikin. Bi rêbaza çewsandin û tirsandina civak û muxalefetê hewl didin hêz û qudreta xwe biparêzên. Ji bo vê jî divê rojnameger nebin û vê hewildana wan pûç û vala dernexin. Di vir de li gel zext û zorê darazê jî li dij rojnamegeran, li dij muxalefet û gel dixe meriyetê. Heta kare zêde kes dike binçav û dide girtin. Ji bo zindan lez tije nebe û siyaseta girtin û zindanê iflas neke pirtirê wan di nava demeke kin de tên berdan. Hela rojnameger hê pirtir tên girtin û zutir tên berdan.
Ji ber du sedemanên diyarker rojnameger di girtîgehan de zêde nayên hiştin. Yek jê ji bo hejmara girtiyan di girtîgehan de ji hed û hesab dernekeve û siyaseta girtin û zindanîkirinê pûç dernekve wek girtiyên din rojnameger jî zu tên berdan. Ya din jî fikara teşhîrê ye. Desthilatdar ji teşhîrê ditirsin. Dema hejmara rojnamegeran di girtîgehan de zêde be di qada navneteweyî de pir zû teşhir dibin. Ji bo rê li ber vê bigire naxwaze hejmara rojnamegeran di girtîgehan de zêde bibe.
"Çapameniya Azad li qadê têdikoşe"
Sala 2025an ji bo rojnamegeran salek çawa yî? Zextên li ser rojnamegeran bi taybetî li Tirkiyeyê dewam dike. Gelo li hember van zextên bobelat hevkariya rojnamegeran di çi astê de ye?
Zextên li ser rojnamegeran hem tirsa desthilatdariyê û hem jî lawaziya desthilatdariyê nişan dide. Ev di êrişan de jî diyar e. Ji destpêka salê ve roj nîn e ku bi ser malên rojnamegeran de negirin û ew nekin binçavan. Balkêşe ji destpêka vê salê heta bi îro hejmareke zêde rojnameger hatin girtin. Lê piştî çend rojan jî hatin berdan. Dixuye ku ev dê wek siyaseta salê bidome. Armac ev e ku hemu rojnameger bên tirsandin û nikaribin karên xwe bikin.
Li henber vê hevkarî û piştgiriya navxweyî ya rojnamegeran jî ne di asteke başdaye. Parçebûneke zêde heye. Çapameniya alîgir li ber hikumetê cih digire. Gelek rojnameger û saziyên rojnamegeriyê bi fikar û hesabê neyên girtin mesafe dixin navbera hevkariya li dij êrişan. Çend saziyên rojnamegeriyê û ên navneteweyî bi daxuyaniyan pêşengiya vê dikin. Ev xebat rojnamegerên li qadê motive nake.
Lê Çapameniya Azad li qadê têdikoşe. Pêşengiyê ji hevkariyê re dike. Hevkariya rojnamegeran tenê bi a rojnamegeran encamê nagire. Hevkariya rojnamegeran dema piştgiriya gel bigire pey xwe û ber xwe dê bi serkeve. Rojnamegerî li ber gel û demokrasiyêye. Piştgiriya gel û demokrasiyê dema li pişta rojnamegeran be kare rê li ber zextan bigire.
(ED/AY)