Ferhat Tunç bi îdiaya heqeret li Orhan Miroglu kiriye îfade da

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hunermend Ferhat Tunç û hewl dan ku wî bi îdiaya di twitekê ku di Mijdara 2015an de parvekiriye de heqaretê li Wekîlê AKPê Orhan Miroglu kiriye ve li Serdozgeriya Buyukçekmeceyê îfade da.
Ferhat Tunç diyar kir ku îro destê sibehê de polîsan çûne mala wî û hewl dane ku wî binçav bikin. Piştî ku Tunç ji polîsan re gotiye ew ê bi parêzerê xwe ve biçe îfadedayînê polîsan ji mala wî çûne.
Ferhat Tunç di twîta xwe yê ku di 27ê Mijdara 20015an de parvekiriye de wiha gotibû:
“Ji gotinên wê kesê ku kujerê qqesrê ye dilê mirov lihev dikeve. Gelê Kurd di dîroka xwe de ji CAŞ’an pir kişandiye.”
Parêzerên Miroglu Fehim Guneş û Emir Dursun bi îdiaya Ferhat Tunç di wê twîtê de heqaretê li muwekîlê wan kiriye xwestin ku doz were vekirin.
Bi polîsan re neçû
Ferhat Tunç derbarê mijarê de ji Bianetê re axivî û got ku di saetên sibehê de polîsan çûne mala wî û hewl dane ku wî binçav bikin.
Tunç diyar kiri ku wî derî ji polîsan re venekiriye, tenê wê biryara ‘anîna bi zorê’ ji polîsan hildaye û bi wan re axiviye ku ew ê ligel parêzerê xwe îro biçe îfade bide.
(EKN/YO)
*Dema ev nûçe hate çêkirin Ferhat Tunç hêj îfade nedabû.
Alî Fikrî Işikî beraet kiriye, wî gotibû “neçe leşkerîyê here dîskoyê”
.jpg)
Li Stenbolê dengên AKPyê di sê hilbijartinan de: 2004, 2009 û 2014 çawa guherî?

PARÊZER MAHSÛNÎ KARAMAN
“DMMEyê him serlêdana Demîrtaşî him jî ya Tirkiyeyê qebûl kiriye”

Hevseroka HDPyê ya Amedê: Polîsan avahiya partiya me dorpêç kiriye

Atîlla Taş dîsa hat girtin
