ERDHEJÊN 6Ê SİBATÊ-SEMSÛR
"Ew tenê li dewlemendan digerin, ne li me"
Piştî erdhejên 6ê Sibatê wêraniyek mezin li çendîn bajarên herêma erdhejê ketin û niştecihên wan bajaran rûbirûyê gelek pirsgirêkên jiyanî bûn û ev pirsgirêkana hê jî didomin. Semsûr jî yek ji van bajaran e.
Di ser erdhejên 6ê Sibatê re du sal derbas bûn. Ji sala duyemîn û vir ve tenê 2 roj derbas bûne, li kolanên Semsûrê hîn jî bi sedan kes di kon an konteynerên nefermî de dimînin.
Li gorî amarên fermî, zêdetirî 30 hezar malbat û nêzî 117 hezar kes li 55 bajarên konteynir û prefabrîk ên girêdayî AFADê yên li Semsûrê jiyana xwe didomînin.
Em li kolanên Semsûrê rastî welatiya bi navê Hazal Y. (62) hatin û ji bianetê re behsa pirsgirêkên ku rûbirû dibin kir.
Hazal Y. konteynera ku tê de dijî bi xwe kirîye û gazinca ji nehatina alîkarî û piştgiriyan dike. Hazal Y.yê destnîşan kir û got, “Ew tenê li dewlemendan digerin, ne li me”.
(ED/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.
Nivîsên wî/wê yên din
Li Amedê lansmana projeya ‘Raborî Pêşeroj e’ dest pê kir
17 Nîsan 2025

Hevşaredarên Amedê rapora xebatên xwe yên salekê aşkere kirin
15 Nîsan 2025

Li Amedê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
21 Adar 2025

Qehwe û Felsefe: “Bi vexwarina qehweyekê re sohbetên ser felsefeye”
14 Adar 2025

Salih Muslim: Heke peyman bi rastî were cîbicîkirin, dê Sûriyeyeke nû ava bibe
12 Adar 2025
