Fotograf: Cîhan Aymaz, şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê. Medyaya civakî
Di 2yê Gulanê de stranbêjê kurd Cîhan Aymaz, li Kadikoya Stenbolê rastî êrîşekê hat û can da. Li gorî şahidên kû bûyer dîtine, kesekî hatiye ji Aymazî xwestiye strana “Ölürüm Türkiyem” bistirê. Aymazî gotiye ku ew wê stranê nizane û êrîşkarî kêr li dilê wî daye. Paşê jî ew avêtiye nava deryayê. Aymaz piştî ku ji deryayê hatiye derxistin, birine Nexweşxaneya Nûmûneyê ya Haydarpaşayê lê ew miriye.
Beriya vê êrîşê bi çend rojan, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarî ya Amedê, biryara desteserkirina 128 mirovan hate dayîn ku di nava wan de hunermendên kurd jî hebûn. Her çend ev hunermend paşê serbest bibin jî, weke dewama pêla êrîşan a li ser hunermendên kurd, zimanê kurdî hate qebûlkirin.
Hunermenda kurd Evîn Tîryakî ya endama Koma JinMAyê ye, ji bianetê kurdiyê re êrîşên li ser hunermendên kurd nirxand û behsa sedemên vê rewşê kir.
*Fotograf: Evîn Tîryakî
"Desthilatdarî ji hunerê ditirse"
Tîryakiyê diyar kir ku hemû kes dizanin ev êrîşên dawiyê herî zêde bi hilbijartina 14ê Gulanê ve girêdayî bûn:
“Her dem astengî û qedexe li ser hunera kurdî bûn. Ji ber hunera kurdî her diçe bi hêztir dibe ji vê hêza kurdan ditirsin. Beriya hilbijartinê huner qedexe dikirin, niha jî êdî hunermendan qetil dikin. Baş dizanin ku ya me xurt dike, şiyar dike hunera bi zimanê kurdî ye. Ji ber wê hem dikê hem konseran û hem jî kolanan li me qedexe dikin û hunermendên wek Cîhan Aymaz di nîvê rojê de qetil dikin. Îro hunermendên kurd bi gelek zahmetî û êrîşên nijadperest re rû bi rû dimînin. Divê em serî li vî mejiyê nijadperest netewînin. Ev sekna me wan aciztir dike.
“Hevalên me bi awayekî dijhiqûqî bi rojan di bin çavan de man. Tirsa desthilatdariyê pir e. Yek ji vê tirsa wê jî huner û hunermendên kurd in. Ji hunerê ditirse. Lê çi jî bikin çiqasî astengî derxinin jî em xurtir û bi kelecantir dibin. Ev kar tu wextî wê nesekine. Dibe kû hinek ji me tunebin, dibe kû hinek ji me ne li vê qadê bên astengkirin. Lê tekoşîna me ya jîyanî û hunerî her wext wê berdewam bike.”
“Divê hunermend dengê xwe bilindtir bikin”
Hunermend Evîn Tiryakiyê behsa bertekên hunermendan kir û diyar kir ku bertek ne xurt in: “Hema bêjin di her êrîşeke li ser hunermendên kurd de ji bilî hevalên me, zêde dengekî xurt dernakeve. Berê jî li hemberî kurdan ev alî bêdeng bûn. Niha hişmendiya yekperest êdî êrişên xwe dibe ser hemû aliyan û civak bê henase hiştiye, hunerê di çewisîne. Lê bertekên heyî pir qels in. Ji ber van êrîşên dijwar tenê ne kurd, divê dengê hemû hunermendên li hemû welatên cuda bililnd bibe.
"Em di rojên pir zor û zahmet de derbas dibin û heta ev pêvajoya hilbijartinê biqede hê rojên xerabtir jî dibe ku li pêşiya me bin. Ji ber vê, divê em bertekên xwe xurtir û dengê xwe bilindtir bikin. Ji bo hunereke azad, berxwedan û piştgiriyeke xurt divê. Niha ez û hemû hevalên xwe bi armanca rojên xweş û hunereke azad kar û xebatên xwe didomînin. Çi dibe bila bibe ew ê ev têkoşîna jiyanî û hunerî her wext berdewam bike. Xirab be jî baş be jî, dê berxwedan ji bo hunera kurdî bidome.” (WT/FD)