Wêne: Roza Yîgît
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê bi pêkhateyên xwe re, ji bo bertek nîşanî gefên kuştinê yên li ser medyaya civakî li Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren û malbata wî tên xwarin li ber Salona Konferansê ya Tahîr Elçîyî daxuyaniya piştgiriyê da.
Komeleya Hiqûqnasan Azadîxwaz (OHD), Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Odeya Tabîban a Amedê, KESK û sendîkayên girêdayî wê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çep a Keskan û gelek kes beşdarî daxûyaniyê bûn.
“Nivîsên ku hedef nîşan dide ne tesadûf in”
Serokê DTSOyê Mehmet Kayayî beriya daxuyaniyê axivî û diyar kir ku, hedefgirtina nivîsên li ser medyaya civakî ne tesaduf in û wiha got: "Weke hûn jî dizanin bi taybetî li Amedê di hin organên çapemeniyê û kanalên medya civakî de hin gotarên hedefgirtinê hatin weşandin. Van demên dawî ji rêxistinên me yên civakî re hatiye şandin. Em dixwazin bidin zanîn ku ev ne tesaduf in û senaryoyeke destpêkê ya demên berê ne. Herî dawî li ser medyaya civakî lêkolînek heye ku Serokê me yê Baroyê û malbata wî dike hedef, her kes dikare vê yekê bibîne.”
“Haya me ji peyamê heye”
Piştî axaftina Kayayî, Seroka Lijneya Rêvebiriya Komeleya Jinên Karsaz (DOGUNKAD) Rojda Yilmazê daxuyaniya çapemeniyê xwend û got, “Weke ku her kes dizane, em ketine pêvajoyeke hilbijartinê, di pêvajoyeke wisa girîng de nav û sembolên pêkhateyên paramîlîter ên ku bûne sedema tarîtiya salên 1990î, bi van gefan dixwazin peyaman bidin me. Haya me ji vê peyamê heye lê bila zanibin ku em tu caran rê nadin ku bajarê Amedê bibe bingeha provokasyon û aloziyan.
“Em ê li hemberî van gefan bêdeng nemînin”
Yilmazê, Tahîr Elçiyî bi bîr xist û diyar kir ku ew ê li hemberî gefên li Nahît Erenî û malbata wî bêdeng nemînin û wiha got: “Êrîşa bombeyî ya ku di 5ê Hezîrana 2015an de li Qada Îstasyonê pêk hatibû, Serokê Baroya me Tahîr Elçiyî ku di 28ê Mijdara 2015an de li ber Minareya 4 Ling hat qetilkirin, hê di bîranînên vî bajarî de zindî ye û helbet em ê li hember van gefên li ser Nahît Erenî û endamên malbata wî bêdeng nemînin.”
“Pratîka bêcezatiyê ya darazê cesarete dide hin kesan”
Yilmazê di dawiyê de bal kişand ser pêkanînên bêcezakirinê yên darazê û wiha got: Em baş dizanin ku bêdengiya li hemberî van gef û pêkanînên bêcezakirinê yên darazê jî cesaretê dide hin kesan. Em bi fikar in ku ev kesên ku çavkanî û navnîşana wan diyar in, armanc dikin ku bi rêya bajarê Amedê û gelê wê, welat û hemû civakê dîzayn bikin. Em wekî, Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê, gefên li ser Serokê Baroya me û malbata wî şermezar dikin; Em dixwazin bê zanîn ku em ligel serokê baroya xwe ne. Em daxwaz dikin ku rayedarên dadweriyê, berpirsyarên vî sûcî eşkere bikin û li hemberî hemû hewldanên provokatîf tedbîrên pêwîst bigirin."
"Divê kesên ku gefan dixwin bên darizandin"
Di dawiya daxuyaniyê de Serokê Baroya Amedê Nahît Erenî spasiya kesên ku piştgirî dane kir û wiha got: “Mixabin Baroya Amedê berê rastî van gefan hat û bedelên mezin da. Me her tiştê ku hat serê me zanî û me ev erk girt ser xwe. Lê belê em ê li hemberî vê feraseta ku malbata me jî tehdîd dike bêdeng nemînin. Wek Serokê Baroya Amedê ez daxwaz dikim ku di zûtirîn demê de ev derdorên tarî bên eşkerekirin û dadgehkirin. Di vê mijarê de me serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Em ji darazê daxwaz dikin ku di zûtirîn demê de hesasiyeta pêwîst nîşan bidin. Em spasiya nûnerên partiyên siyasî dikin ku piştgiriya me kirin”(RY/AY)