Ekîba Rûbirûyê ya Rêxistina Efûyê dest bi grevê kir

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Xebatkarên Rûbirûyê yên Rêxistina Efûyê îro bi civîneke çapemeniyê aşkere kirin ku dest bi grevê dikin. Daxuyanî li Beşîktaşê li Parka Abbasagayê hat dayin.
Xebatkarên Rûbirûyê duh ji bianetê re dabûn xuyakirin ku ji ber Rêxistina Efûyê dixwaze wan weke xebatkarên kirêgirtinî bide xebitandin ew ê dest ji kar berdin.
“Em bêgarantî didin karkirin”
“Divê em bibêjin ku di nava xebatkarên Rêxistina Efûyê de hevsengiya mûçeyê nîne, li hemberî xebatkarên qadê neheqî û cudakeriyeke cidî heye. Kesên di Projeya Rûbirûyê de kar dikin di bin şert û mercên bêgarantî de didin xebitandin.
“Xebatkarên Projeya Rûbirûyê ji gelek mafên esasî yên ku xebatkarên Rêxistina Efûyê yên endamê sendîkayê ne (Sosyal-Îş) karin sûd wergirin bêpar in û weke ku di şîrketeke çavkaniya mirovî de kar dikin xuya dikin.”
Xebatkaran bang li Rêxistina Efûyê kirin ku dest ji kirêgirtinê berdin û diyar kirin ku heta daxwazên wan werin cî ew ê dest ji kar berdin. (TP/HK/FD)
Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"

LI DÊRSIMÊ 12 PEZKÛVÎ MIRINE
Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan

Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin

“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”

Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da
