Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ji beriya du salan di 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2015ê de li Enqereyê 102 kes hatin kuştin. Îro duyemîn salvegera wê rojê ye.
Li ber deriyê Ankara Gariyê dema ku Xwenîşandana ji bo Aştiyê dihat kirin du caran pey hev xwekujan bi bombeyan êrîş kirin. Piştî bûyerê polîsan gaz avêt. Wan kesên xwestîn alîkariyê bikin ji ber gazê nekarîn.
Ji ber mûdaxeleya polîsan alîkarî derengî giha birîndaran. 69 kes li meydanê mirin. Bi temamî 102 kes mirin. Ji 500ê zêdetir kes birîndar bûn.
Mustafa Budak yek ji wan kesan e ku di wan êrîşan de birîndar bûbû. 20 mehan piştî roja bûyerê di 25ê Hezîrana 2017ê de mir.
Li gor agahiyên Navenda Aştî û Hevgiriyê ya 10ê Çiriya Pêşiyê, dermankirina 30 birîndaran didome.
Rewşa du ji birîndaran xerab e. 30 birîndar hene. 14 birîndar naxwazin em navê wan an agahiyên di heqê wan de bidin. Parçeyên hêsinan di laşê 24 kesan de mane. Hê jî ji bo kontrolê diçin nexweşxaneyê.
Dadkirin
Lêpirsînnameya bûyerê di 13ê Tîrmeha 2016ê hat amadekirin. Serdozgeriya Enqereyê doz li 36 endamên DAIşê vekir. Îlhamî Bali yê ku berpirsê endamên DAIŞê yên li Tirkiyeyê ye wek berpirsê êrîşê hat destnîşankirin.
Di lêpirsînê de hat eşkerekirin ku êrîşali Sirûcê(Pirsûs) hatî kirin û 33 kes mirîn jî heman kesan kiriye.
Ji bo dozê 19 kes hatine girtin. 17 kesan firar kiriye. 36 bersûc têne dadkirin û ew ê di 22-23yê Çiriya Paşiyê de bêne dadkirin.
(TP/HK/MB)