Dozgerî xwestiye Kavala, Aksakoglû û Yapici bi cezayê muebeta girankirî werin cezakirin

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Edîp Şahiner, Dozgerê Komarî yê Doza Geziyê nêrîna xwe aşkere kiriya. Di dozê de Osman Kavala, karsaz û mafparêzê girtî jî tê de 15 kes tên dadgehkirin.
Dozgerî xwestiye Kavala neyê berdan ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 10ê Çiriya Pêşiyê de biryar dabû ku Kavala demildest divê serbest bimîne. Dozgerî xwest Kavalayê ku 828 roj in girtî ye, Yigit Aksakoglûyê ku 221 rojan girtî ma û paşê hate tehliyekirin û bersûc Mucella Yapicî bi cezayê muebeda girankirî werin cezakirin.
Ji bo mafparêzên din jî cezayê girtîgehê xwestiye
Dozgerî xwestiye Çîgdem Mater Utku, Ali Hakan Altinay, Mine Ozerden, Şerafettin Can Atalay, Tayfun Kahraman, Yigit Ali Ekmekçi ji 15 salan heta 20 salan werin cezakirin. Dozgerî di nêrîna xwe de diyar kiriye ku kesên navborî “xwestine bi tundkariyê hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji holê rakin, li pêşiya karkirina wê bûne asteng.”
Xwestiye ku dosyayên bersûcên li derveyî Tirkiyeyê veqete
Dozgerî her weha destnîşan kiriye ku bila dosyayên Ayşe Pinar Alabora, Can Dundar, Gokçe Yilmaz, Handan Meltem Arikan, Hanzade Hikmet Germiyanoglu, Mehmet Ali Alabora û İnanç Ekmekçiyî werin veqetandin. Her weha îdia kiriye ku van û Kavala, Aksakoglû û Yapiciyê heman sûc kirine. (HA/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
