Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dozên derbarê rojnameya Ozgur Gundemê de li 14em Dadgehên Cezayê Giran a Stenbolê ya li Edliyeya Stenbolê berdewam kirin. Rojname bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin.
Îro danişîna 11em a doza ku 23 nivîskar û xebatkarên rojnameyê tên dadkirin bi rê ve çû ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” doz li wan hatiye vekirin. Dîsa danişîna 10em ya 13 rojnamegeran jî li heman dadgehê çêbû ku ji ber beşdarî kampanyaya “nobedarên weşana Ozgur Gundemê” bûne bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” doz li wan hatiye vekirin.
Parêzer Ozcan Kiliç û Senem Doganoglû beşdarî danişîna doza nivîskar û xebatkarên rojnameyê bûn.
Dozgerê dozê nêrîna xwe dubare kir ku dixwaze Reyhan Çapan, midûra karên nivîsan û Eren Keskîn û Huseyîn Aykol bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” li ser hev kirine bên cezakirin. Lê xwest Ayşe Batûmlû, Nûray Ozdogan, Ayşe Berktay, Reyhan Hacioglû, Celalettîn Can û Fîlîz Koçalî neyên cezakirin.
Parêzer Ozcan Kiliçî diyar kir ku hejmara gumanbaran zêde ye û nêzîkî 40 îdianame hatine amadekirin û ji ber vê jî dem ji heyeta dadgehê xwest.
Kiliçî her weha got ku Eren Keskîn berpirsa weşanê ya giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê ye, li 23em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dozeke wê berdewam dike û xwestiye ku dosyeya Keskînê ji yên din veqetînin û wê û ya li 23. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê berdewam dike, bikin yek.
Heyetê biryar da ku dadkirin 8ê Gulanê saet 13.30 deqîqeyan berdewam bike.
Doza berpirsên weşanê yên giştî jî hate taloqkirin
Danişîna doza 13 rojnamegeran jî çêbû ku ji ber beşdarî kampanyeya nobedarên weşana rojnameya Ozgur Gundemê bûne doz li wan hatiye vekirin. Gumanbarên ku bêyî bên girtin tên dadkirin, beşdarî danişînê nebûn.
Parêzer Ozcan Kiliç, Devrîm Avci, Hatîce Ezgî Gungordu, Rozerîn Seda Kîp û Fîkret Îlkîz beşdarî danişînê bûn.
Ercan Gumuş, dozgerê dozê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê li ser hev kiriye” xwestibû Huseyîn Aykol heta 13 salan bi cezayê girtinê were cezakirin.
Her weha bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kirine” xwestibû Farûk Eren, Serokê Giştî yê Sendîkaya DİSK Basin-İşê, nivîskarên rojnameya Evrenselê, Îhsan Çaralan û Fehîm Işik, ronjameger Ertûgrûl Mavîoglû, Celal Başlangiç, Celalettîn Can, Oncu Akgul, Omer Agin, Dîlşah Kocakaya, Mehmet Şîrîn Taşdemîr, Veysel Kemer û Yuksel Ogûs werin cezakirin.
Parêzeran diyar kirin ku ew dixwazin belgeyên hatine bixwînin û daxwaza demê kirin. Heyetê biryar da ku dadkirin 3yê Nîsanê berdewam bike.
Çi bûbû?Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin. Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin. Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin. Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker. Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin. Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da. Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin. Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin. Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin. Derbarê 50 rojnamegerên Nobedarên Weşanê de lêpirsîn dan destpêkirin û derbarê 39 rojnamegeran de jî doz hat vekirin. Di 29ê Kanûna 2016an de Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan. |
(TP/FD)