ji bo nûçeya Tirkî (1) (2) (3) / Ingilîzî bitikîne
Daneşînên dozên ku li hemberî Akademisyenên Aştîxwaz hatine vekirin li 3 dadgehan berdewam berdewam kirin. Daxwaza beraetê ya parêzerên akadamesyinen ji hêla dadgehan ve nehat qebûlkirin û doz hatin taloqkirin.
Ji Zanîngeha Stenbolê 23 akademisyen û ji ya Galatasarayê 12 akademisyen ji ber Belavoka Akademisyenan a ji bo Aştiyê îmze kirin îro tên dadgehkirin. Bi giştî hezar û 128 akademisyenan belavok îmze kiribûn û derbarê wan de bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz hatibûn vekirin.
Koma pêşiyê ya akademisyenan (10 kes) 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê hatibûn dadgehkirin. Ji hezar û 128 akademisyenan dozên 148 an wê heta 17yê Gulanê ya 2018yê berdewam bikin.
Daneşînên îro li 32emîn, 33yemîn û 34emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi rê ve biçin.
32yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê: 14 daneşîn
Li 32yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 14 akademisyen tên dadgehkirin.
Danişîna yekem: Di vê danişînê de parêzerên akademisyen Ayda Rona Aylîn Altinay Cîngozê gotin ku wê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2017yê de îmze ya xwe ya di belavokê de bi paş de kişandiye û daxwaza beraetê kirin. Dozgeriyê daxwaza lêkolîna wî tiştî kirin ku Cîngozê îmzeya xwe kişandiye an na. Danişîn ji bo 23yê Sibatê ya 2018yê hat bipaşxistin.
Danişîna duyem: Parêzerên Prof. Dr. Îzzeddîn Onder ê ji Zanîngeha Stenbolê teqawidbûyî daxwaza beraetê kirin. Dadgehê biryara lêkolîna wî tiştî girt ku Onder belavok îmze kiriye yan na. Danişîn ji bo 23yê Sibatê ya 2018yê hat bipaşxistin.
Danişîna sêyem: Parêzerên Zubeyde Gaye Çankaya Eksenê ya ji Zanîngeha Galatasarayê ji bo parastinê dem xwest. Danişîn ji bo 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê hat bipaşxistin.
Danişîna çarem: Parêzerên Nazli Okten Gulsoyê ya ji Zanîngeha Galatasarayê ji bo parastinê daxwaza demê kirin. Danişîn ji bo 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê hat bipaşxistin.
Danişîna pêncem: Parêzerên lêkolînera Zanîngeha Stenbolê Asli Aydemîr Înonuluyê daxwaza beraetê kirin.
33yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê: 11 daneşîn
Ji Zanîngeha Stenbolê 8 û ji Zanîngeha Galatasarayê jî 3 akademisyen li 33yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tên dadgehkirin.
Danişîna yekem: Li Dadgeha Cezayên Girana a 33. akademîsyena Zanîngeha Gelatasarayê Seçkîn Sertdemîr hat dadkirin. Sertdemîr beşdarî dadkirinê nebû. Parêzerê wê xwest dema dadkirinê bê paşdedan.
Sertdemîr dê di 31ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de bê dadkirin.
Danişîna duyem: Li heman dadgehê akademîsyena Zanîngeha Gelatasarayê Eda Asli Şeran hat dadkirin. Şeran beşdarî dadkirinê bû. Parêzera wê, Hûlya Gûlbaharê xwest doza wê bi doza Esra Mungan, Muzaffer Kaya, Meral Camcı û Kıvanç Ersoyî re be.
Gûlbaharmê xwest mûvekila wê bê beraetkirin lê dadgerî red kir.
Şeran dê di 31ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de bê dadkirin.
Danişîna sêyem: Akademîsyenê Zanîngeha Stenbolê, Yusuf Dogan û parêzera wî jî beşdarî dadkirinê bûn. Parêzera Doganî, Sevgi Epçeli Arslanê got bi ti awayî propagandaya ji bo rêxistinekê nehatiye kirin.
Parêzerê xwest ku biryara beraetê bê dayin heke ew nebe jî divê dozên li ser akademîsyenan bê yekkirin.
Dogan dê di 31ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de bê dadkirin.
Danişîna çarem: Ji ber ku akademîsyenê Zanîngeha Stenbolê, Îrfan Keşeoglû li derveyî bajarî ye ew beşdarî dadkirinê nebû.
Keşeoglû dê di 31ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de bê dadkirin.
Danişîna pêncem: Akademîsyena Zanîngeha Galatasaraê Feyza Ak Akyol hat dadkirin. Parêzera wê diyar kir li Dadgeha Cezayên Giran a 13. çar akademîsyen bi sûcê propagandaya terorê têne dadkirin. Li ser vê yekê wan ji Wezareta Dadê xwestiye divê akademîsyen bi xala 301ê bêne dadkirin lê ev daxwaza wan hatiye redkirin.
Akyol dê di 31ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de bê dadkirin.
Danişîna şeşem: Akademîsyena Zanîngeha Stenbolê Hûlya Kirmanoglû hat dadkirin. Parêzera Kirmanoglûyê, Aynûr Tûncerê got ji aliyê ûsûlê ve dadkirin xelet bi rê ve diçe û divê mûvekila wê demildest bê beraetkirin.
Parêzerê xwest doza li Dadgeha Cezayên Giran a 13. bi xala 301yê bê domandin.
Hûlya Kirmanoglû dê di 8ê Sibata 2018ê de dîsa bê dadkirin.
Danişîna heftem: Herdu akademîsyenên Zanîngeha Stenbolê, Haydar Durak û FAtma Nîhan Aksakalli hatin dadkirin. Parêzera wan Merîç Eyûpoglûyê diyar kir ûsûla dadkirinê xelet tê birêvebirin.
Eyûpoglûyê xwest demildest mûvekil bêne beraetkirin. Parêzera Zeynep Ozçelîkê jî xwest ku doza li Dadgeha Cezayên Giran a 13. û doza li Dadgeha Cezayên Giran a 33. bê yekkirin.
Aksakalli û Durak dê di 8ê Sibata 2018ê de bênbe dadkirin.
34emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê: 12 daneşîn
Ji Zanîngeha Stenbolê 6 akademisyen û ji Zanîngeha Galatasarayê 6 akademisyen li 34emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tên dadgehkirin.
Danişîna yekem: Parêzerên Pinar Saipê ya ji Zanîngeha Stenbolê daxwaza berüat û pevgîhandina hemû dosyayên akademisyenan kirin. Lê dadgehê her du daxwaz jî qebûl nekirin. Danişîn ji bo 10ê Gulana 2018yê hat bipaşxistin.
Danişîna duyem: Parêzerên Cem Ozatalayî yê ji Zanîngeha Galatasarayê ji bo parastinê daxwaza demê kirin. Danişîn ji bo 10ê Gulana 2018yê hat bipaşxistin.
Danişîna sêyem: Parêzerên Raşît Tukelî yê ji Zanîngeha Stenbolê ji bo parastinê daxwaza demê kirin. Danişîn ji bo 10ê Gulana 2018yê hat bipaşxistin.
Danişîna çarem: Parêzerên Fatma Gul Karagozê ya ji Zanîngeha Galatasarayê ji bo parastinê daxwaza demê kirin. Danişîn ji bo 10ê Gulana 2018yê hat bipaşxistin.
Danişîna pêncem: Parêzerên Ozan Çaglayanî yê ji Zanîngeha Galatasarayê diyar kir ku Çaglayan li derveyî welêt xebatên akademîk dike û belgeya Fransî pêşkêşî dadgehê kir. Dadgehê biryar girt ku ji bo Çaglayanî karibe li derveyî welêt jî xwe biparêze nivîs bê nivîsandin, wê karibe di danişîna pêş de jî xwe biparêze û ji bo wî biryara zeftkirinê bê derxistin. Li ser îtiraza parêzeran heyeta dadgehê diyar kir dema belge temam bûn ew dikarin biryara zeftkirinê rakin. Danişîn ji bo 17yê Tîrmehê ya 2018yê hat bipaşxistin.
Danişîna şeşem: Parêzerên Dogû Tokgözî belge pêşkêş kirin ku ew li derveyî welêt e. Dadgehê ev belge qebûl kirin. Biryar girt ku di navbera danişînê de yan jî heta danişîneke din parastinê amade bikin. Heke ku heta wê demê parastin neyê amadekirin bê hişyarkirin ku yan li wî welatê ku lê ye parastina xwe bike yan jî derbarê wî de wê biryara zeftkirinê bê standin. Daneşîn ji bo 10ê Gulanê ya 2018yê hat bipaşxistin.
Daneşîna heftem: Parêzerên Ozgun Akdûranî yê ji Zanîngeha Stenbolê daxwaz kirin ku biryara beraetê derkeve û dosyayên hemû akademisyenan bikin yek dosya. Dadgehê her du daxwaz jî qebûl nekirin. Parêzeran ji bo parastinê dem xwest û dadgehê biryar girt ku daneşîn ji bo 10ê Gulanê ya 2018yê hat bipaşxistin.
Bi sûce “propagandeya rêxistinê” tên sûcdarkirin
Îdianame ji hêla dozger Îsmet Bozkûrtî ve hatiye amadekirin û di îdianameyê de akademisyen di çarçoveya Xala 7/2yê ya Yasaya Têkoşîna Dijterorê ya hejmar 3712 de bi sûcê “propagandeya rêxistina terorê” tên sûcdarkirin. Bi giştî ji bo hezar û 128 akademisyenan doz hatibûn vekirin û wê doz heta Gulana 2018yê berdewam bikin ku di qonaxa yekem de wê ji 15 zanîngeha 148 akademisyen bên dadgehkirin.
Dîroka dozan wiha ye:* 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê – Ji Zanîngeha Galatarasayê 6 akademisyen û ji ya Stenbolê 4 akademisyen wê li 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 7ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê – Ji Zanîngeha Galatarasayê 3 akademisyen û ji ya Stenbolê 8 akademisyen wê li 32emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 7ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê – Ji Zanîngeha Galatarasayê 4 akademisyen û ji ya Stenbolê 8 akademisyen wê li 33emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 7ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê – Ji Zanîngeha Galatarasayê 6 akademisyen û ji ya Stenbolê 6 akademisyen wê li 34emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 14yê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê - Ji Zanîngeha Stenbolê akademisyenek wê li 36emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê darizandin. * 19yê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê - Ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê akademisyenek û ji Zanîngeha İstanbul Teknîkê akademisyenek wê li 36emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 21ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê - Ji Zanîngeha Marmarayê 5 akademisyen û ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê 2 akademisyen wê li 33emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 21ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê - Ji Zanîngeha Galatasarayê akademisyenek û ji Zanîngeha Stenbolê 5 akademisyen wê li 36emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 26ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê - Ji Zanîngeha Bogazîçiyê akademisyenek, ji Zanîngeha Mîmar Sînanê akademisyenek, ji Zanîngeha Yenî Yuzyilê akademisyenek û ji Zanîngeha Nîşantaşiyê wê li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 26yê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê - Ji Zanîngeha Stenbolê 3 akademisyen wê li 36emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 4ê Kanûna Paşiyê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Marmarayê 2 akademisyen, ji Zanîngeha İstanbûl Teknîkê akademisyenek wê li 36emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 11yê Kanûna Paşiyê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Kadîr Hasê 2 akademisyen wê li 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 18yê Kanûna Paşiyê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Îstanbûl Teknîkê 4 akademisyen, ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê 2, ji Zanîngeha Marmarayê 3, ji Zanîngeha Ozyegînê jî akademisyenek wê li 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 30ê Kanûna Paşiyê ya 2017yê - Ji Zanîngeha Marmarayê 5 akademisyen, ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê 3, ji Zanîngeha Îstanbûl Teknîkê 4 û ji Zanîngeha Ozyegînê akademisyenek wê li 32emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 6ê Sibatê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Marmarayê akademisyenek wê li 34emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê darizandin. * 13yê Sibatê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Marmarayê 3 akademisyen, ji Zanîngeha Ozyegînê 2 akademisyen, ji Zanîngeha Kadîr Hasê 3 akademisyen û ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê jî akademisyenek wê li 34emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 15yê Sibatê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Kadîr Hasê akademisyenek wê li 36emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê darizandin. * 22yê Sibatê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Bahçeşehîrê akademisyenek û ji Zanîngeha Kemerbûrgazê jî akademisyenek wê li 36emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 27ê Sibatê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Kemerbûrgazê akademisyenek, ji Zanîngeha Nîşantaşiyê akademisyenek û ji Zanîngeha Kadîr Hasê jî akademisyenek wê li 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 1ê Adarê ya 2018yê – Ji Zanîngeha Stenbolê 3 akademisyen wê li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 6ê Adarê ya 2018yê – ji Zanîngeha Stenbolê 3 û ji Zanîngeha Galatarasayê wê akademisyenek li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 8ê Adarê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Galatasarayê 2 akademisyen, ji Zanîngeha Stenbolê jî 2 akademisyen wê li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 13ê Adarê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Galatasarayê 2 akademisyen û ji Zanîngeha Stenbolê akademisyenek wê li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 16yê Adarê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Kadîr Hasê 3 û ji Zanîngeha Başçeşehîrê akademisyenek wê li 33emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 20ê Adarê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Marmarayê 2 akademisyen wê li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê darizandin. * 22yê Adarê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Marmarayê akademisyenek wê li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê darizandin. * 27ê Adarê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Marmarayê akademisyenek wê li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê darizandin. * 29ê Adarê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Marmarayê akademisyenek wê li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê darizandin. * 3yê Nîsanê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Kadîr hasê û ji Zanîngeha Kemerbûrgazê akademisyenek wê li 32emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 5ê Nîsanê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê akademisyenek û ji Zanîngeha İstanbûl Teknîkê jî akademisyenek wê li 32emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 26ê Nîsanê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Arelê akademisyenek wê li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê darizandin. * 3yê Gulanê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Kadîr Hasê akademisyenek û ji Zanîngeha Bahçeşehîrê jî akademisyenek wê li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 8ê Gulanê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Kadîr Hasê akademisyenek û ji Zanîngeha Işikê wê li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 15ê Gulanê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Kadîr hasê 2 akademisyen wê li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bên darizandin. * 17yê Gulanê ya 2018yê - Ji Zanîngeha Bahçeşehîrê akademisyenek wê li 37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê darizandin. |
Akademisyenên ku pêşiyê doz li wan hatine vekirin ji van zanîngehan in: Zanîngeha Galatasaray, İstanbul, Yıldız Teknik, İstanbul Teknik, Marmara, Boğaziçi, Mimar Sinan Güzel sanatlar, Yeni Yüzyıl, Nişantaşı, Kadir Has, Özyeğin, Bahçeşehir, Kemerburgaz, Arel û Işıkê. (BK/TP/FD/MB)