Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin

Ji bo nûçeya tirkî - ingilîzî bitikîne
Dozên derbarê rojnameya Ozgur Gundemê de il 13em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayana Stenbolê berdewam kir. Rojnameya Ozgur Gundemê di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin.
Parêzer Ozcan Kiliçî daxwaz kir ku dosyayên derbarê rojnameya Ozgur Gundemê de hatine vekirin û dozên berdewam dikin bila bibin yek dosya. Heyeta dadgehê ev daxwaz qebûl kir û her weha ji bo berdewamiya biryara zevtkirinê ya rojnameger Hasan Başakî de biryar da.
Dadkirin wê 7ê Gulanê berdewam bike.
Di dozê de Hevberpirsên Giştî yên Weşanê yên Rojnameyê Eren Keskîn û Huseyîn Aykol, Midûra Karên Nivîsan Reyhan Çapan û rojnameger Hasan Başak tên dadkirin. Mijara dadkirinê nivîs û nûçeyên di rojnameyê de hatine belavkirin e. (TP/FD)
Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"

LI DÊRSIMÊ 12 PEZKÛVÎ MIRINE
Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan

Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin

“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”

Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da
