Doza “Hewldana Darbeyê” destpê kir ku 13 nivîskar û rojnameger tên dadgehkirin

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Doza ku bi îdiaya “hewldana jiholê rakirina pergala destûra bingehîn” û “hewldana jiholê rakirina hikûmeta Komara Tirkiyeyê” ya derbarê 13 kesan de hatibû vekirin, îro destpê kir. 13 kesên ku di dozê de tên dadgehkirin di çarçoveya wê operasyonê de hatibûn girtin ku li hemberî baskê medyayê yê Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) hatibû lidar xistin. Paşê serbest mabûn lê roja ku serbest mabûn careke din hatibûn desteserkirin.
Doz wê li 25emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê lidar dikeve ku Atîlla Taş (Nivîskarê rojnameya Meydanê ya ku hatibû girtin), Gokçe Firat Çûlhaoglû (Sernivîsarê Rojnameya Turk Soluyê), Yakûp Çetîn (Nûçegîhanê rojnameya Zamanê ya ku hatiye girtin), Bunyamîn Koselî (Nûçegîhanê rojnameya Zamanê ya ku hatiye girtin), Cîhan Acar (Nûçegîhanê rojnameya Bugûnê ya ku hatiye girtin), Abdûllah Kiliç (Berpirsê weşanê ye Haberturktvyê), Ogûz Ûslûer (Koordînatorê berê yê nûçeyan ê Haberturk TVyê), Huseyîn Aydîn (Nûçegîhanê ajansa Nûçeyan a Cîhanê ya ku hatiye girtin), Mûrat Aksoy (Nivîskarê berê yê rojnameyên Taraf û Yenî Şafakê), Mûstafa Erkan (Midûrê nûçeyan ê rojnameya Bugûnê), Seyît Kiliç (Nûçegîhanê TRTyê), Yetkîn Yildiz (Berpirsê weşane yê giştî yê Aktîf Haberê) bi awayekî girtî û Alî Akkûş (Edîtorê weşanên giştî yê rojnameya Zamanê ya ku hatiye girtin) weke bersûc tên dadgehkirin.
Serdozgerî cezayê giran dixwaze
Di îdianameya ku ji hêla Serdozgerê Komarî yê Stenbolê Îrfan Fîdanî ve hatiye amadekirin de, ji bo bersûcan ji ber sûcên “hewldana jiholê rakirina pergala destûra bingehîn” û “hewldana jiholê rakirina hikûmeta Komara Tirkiyeyê” ceza tê xwestin. Dozger dixwaze ku her kesek du caran bi cezayê girtinê yê muebbeta giran ve bên cezakirin.
Her wiha tê îdiakirin ku gumanbar piştî 17 û 25ê Kanûna Paşiyê, li hemberî operasyonên li hemberî Cemaeta Gulenî derketine û piştevaniya rêxistinê kirine.
Acar, Kiliç û Firat xwe parastin
Di daneşînê de piştî Cîhan Acar xwe parast, Abdûllah Kiliç (berpirsê weşanê yê Haberturktvyê), Bunyamîn Koselî (nûçegîhanê rojnameya Zamanê ya ku hatiye girtin), Gokçe Firat Çûlhaoglû (Sernivîskarê Rojnameya Turk Soluyê) xwe parastin.
Daneşîna dozê wê sibê saet 10.00ê de berdewam bike. (EA/BK/FD)
Ahmet Şik û Murat Sabuncu beşdarî Nobeta Edaletê bûn

DOZA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Ahmet Şik û Mûrat Sabûncûyî da
Rojnameger Ertûgrûl Mavîoglûyî beraet kir

Nûçeya “Erdoganî daxwaza sansûrê kir” jî hat sansûrkirin

5emîn CIVÎNA DADGEHKIRINA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Biryar hat standin ku rojnameger girtî bimînin
