Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
bianettê bi sê zimanên kurdî, tirkî, ingilîzî kitêba “Nûçegihaniya Zayenda Civakî” weşand, bernameya danasîna wê îro li biaAtolyeyê hat kirin.
Prof. Dr. Sevda Alankuş ji bo destpêkê axivî paşê herdu nivîskarênkitêbê Çiçek Tahaoglû û Elîf Akgul axivîn.
Îro kitêbfiroşan dest bi firotina kitêbê kiriye.
Sevda Alankuşa ku pêşgotina kitêbê jî nivîsîye got ev kitêb berhema tecribeyên bianetê ye.
Elîf Akgulê diyar kir ji bo ti kes hêcetan çênekin û nebêjin “ez ji çêkirina wan nûçeyan fêm nakim” me ev berhem amade kiriye.
Çîçek Tahaogluyê diyar kir ku wê bi kitêbekê nîşan daye ka di patîkê de ew çawa nûçeyên li ser zayenda civakî çêdikin. Wê got ev kitêb dê bibe alîkar ku zimanê nêrane yê medyayê veguhere.
Di kitêbê de çi hene?
Pirtûka destan a ku ji 74 rûpelan pêk tê weke weşaneke Weşanên Weqfa Ragihandinê ya IPSyê hatiye çapkirin û weke hemû pirtûkên me bi nivîsa “Ji Weqfê” dest pê dike.
Prof. Dr. Şahika Yuksel Endama Lijneya Rêveberiyê ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê di vê nivîsê de wiha dibêje: “Ev pirtûk wek gavek jiyandina tiştên me xeyal kiriye pêk hatiye. Ji bo xeyalên xwe û xeyalkirinê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Bi weşandina Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Zayenda Civakî re bianetê duyem pirtûka xwe ya ji bo rojnameger û xwendekarên rojnamegeriyê li Pirtûkxaneya xwe ya BIAyê zêde kir.
Yeke pirtûka destan a vê beşê ji hêla Sevda Alankûşê ve hatibû nivîsandin û bi navê “Pirtûka Destan a Rojnamegeriya Aştîxwaz” bû.
Ew têgihiştina ku di pirtûka bi navê Nûçegihaniya Jinparêz de xeteke giştî jê re hatibû çêkirin, bi pratîka nûçegihaniya ku di nava salê de bianetê meşandiye dewlemend bûye û bi nûçegihaniya LGBTI+parêz re firehtir bûye. Ev têgihiştin weke halê xwe yê dawî di Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Zayenda Civakî de xwe nîşan dide.
Yekem çapa pirtûka bi navê Nûçegihaniya Jinparêz a ji hêla Sevda Alankûşê ve hatibû amadekirin Çiriya Pêşiyê ya sala 2007ê, duyem çapa wê jî Kanûna Pêşiyê ya 2012ê derketibû.
Ev Pirtûka Destan di çarçoveya projeya Atolyeyên Nûçegihaniya Zayenda Civakî û Pirtûkxaneya Online de hate çapkirin. Proje bi piştgiriya darayî ya Fona Navbeynkar Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropayê di navbera Nîsana 2016 û Hezîrana 2018ê de çêbûbû.
Sevda Alankûş supervîzora projeyê, Oznur Sûbaşi jî koordînatora wê bû. Me bi Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) re dest bi projeyê kiribû lê ev sazî di encama KHKyê de hate girtin. Di çarçoveya projeyê de li Stenbol, Mêrsîn, Bûrsa, Îzmîr, Eskîşehîr, Trabzon, Amed, Mûgla, Edirne û Dersimê bi beşdariya nûnerên rêxistinên jinan û LGBTIyan ên herêmî û rojnameger, akademisyen û xwendekarên fakulteyên ragihandinê re atolyeyên nûçegihaniyê hatin çêkirin. Proje bi KAOS GLyê re dihat meşandin.
(HA/MB)
Wêne: Murat Bayram, Hikmet Adal/ bianet