Dadkirina beşek ji piştevanên Akademisyenên Aştîxwaz, dest pê kir

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji 17 kesên ku ji bo piştgiriya xwe bi Akademisyenên Aştîxwaz re aşkere bikin, belavokek weşandibûn û giliyê xwe li gel dozgeriyê kiribûn, 2 kes derketin pêşberî dadgehê.
Bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kirine” doz li hin ji van kesan hatibû vekirin. Îro ji van 17 kesan Halim Bulutoglu û Zeynep Tanbay li 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatin dadkirin.
Parêzerê wan parazname pêşkêş kir
Li şûna Bulutoglu û Tanbayê parêzerê wan Bahrî Belenî parazname pêşkêş kir. Belenî got, doza hatiye vekirin li dijî azadiya fikir û xweîfadekirinê ye ku Destûra Bingehîn misoger kiriye.
Belenî daxwaza beraeta Bulutoglu û Tanbayê kir.
Dozger li hemberî vê daxwazê derket û diyar kir ku piştî paraznameya Bulutoglu û Tanbayê bê pêşkêşkirin, dadkirin berdewam bike.
Heyeta dadgehê jî biryar girt ku dadkirin 24ê Îlonê berdewam bike.
Piştî 39 mehan doz hatiye vekirin
Rojnameger, parêzer û hunermend jî di nav de 17 kesan, di 18ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê de bi daxwaznameyekê serî li Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dabûn. Van 17 kesan gotibû ku ew îmzeya xwe diavêjin bin belavoka 1128 akademisyenên aştîxwaz. Her weha destnîşan kiribûn ku ew amadene berpirsiyariya yasayî bigirin ser milê xwe.
Piştî daxwazname hate pêşkêşkirin bi 39 mehan, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê 19ê Adara 2019ê îdianame amade kiriye û ew ji hinek kesan re şandiye. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) ceza li wan were birîn.
Ev 17 kesên ku piştgiriya Akademisyenên Aştîxwaz kirine ev in:
Arat Dink, Ayşegul Devecioglu (Nivîskar), Bahadır Altan (Leşkerê teqawidbûyî), Bülent Deniz (Parêzer),Ceyda Karan (Rojnameger), Erol Onderoglu (Rojnameger), Ferhat Tunç (Stranbêj), Fusun Çeliker, Gurhan Ertur, Halim Bulutoglu (Karsaz),Necmi Demir (Aborînas), Necmiye Alpay (Nivîskar), Nergiz Savran (Endezyarê endustiriyê), Nevzat Onaran (Rojnameger), Pınar Aydınlar (Stranbêj), Şanar Yurdatapan (Stranbêj) û Zeynep Tanbay (Dansvan û Koreograf).
(HA/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
