Dadgehekê salek, 6 meh û 22 roj cezayê girtinê daye Kobulanê rojnameger

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a 30. a Stenbolê bi sûcê “li pey hev propagandaya ji rêxistinê” salek, 6 meh û 22 roj cezayê girtinê daye Yasîn Kobulanî.
Yasîn Kobulan nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê(MA) ye. Kobulan bi xwe beşdarî dadkirinê nebû. Parêzerên; Özcan Kılıç û Sercan Korkmaz, Kobulan parast.
Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê
Dozgerî xwest Kobulan bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê cezayî bistîne.
Parêzeran diyar kiriye ku delîlên dozê karên rojnaemgeriyê yên Kobulanî ne. Wî karê xwe kiriye. Bi zimanê rojnamegeriyê nûçe nivîsîne.
Salek, 6 meh û 22 roj
Sercan Korkmazê rojnameger dîyar kiriye ko mivekilê wî bi nasnameya xwe ya rojnamegeriyê mafê xwe yê eşkerekirina fikir û xwe-îfadekirinê bi kar hînaye.
Dadgehê ceza da rojnamegerî lê dema eşkerekirina biryarê bi paş de da.
(TP/MB)
Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"

LI DÊRSIMÊ 12 PEZKÛVÎ MIRINE
Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan

Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin

“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”

Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da
