Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Li 27em Dadgeha Cezayê Giran a (DCG) Stenbolê, ji Zanîngeha Kalîforniyayê Doç. Dr. Bakî Tezcan, ji Zanîngeha Mîmar Sînanê xwendekarê doktorayê Taylan Şahan Tarhan û ji Zanîngeha Sabanciyê Doç. Dr. Nevîn Zeynep Yelçe û Prof. Dr. Îlker Bîrbîl cara sêyem, ji Zanîngeha Bogazîçiyê Alk. Doç. Dr. Tûna Kûyûcû cara çarem, ji Zanîngeha Enqereyê Alîk. Doç. Dr. Ozlem Albayrak, Prof. Dr. ê teqawidbûyî Baskin Oran, Prof. Dr. Ahmet Haşîm Kose û ji Zanîngeha Mûgla Sitki Koçamanê Alk. Doç. Dr. Gozde Ozdîkmenlî cara yekem, ji Zanîngeha Kocaeliyê Doç. Dr. Gul Koksal û Alk. Doç. Dr. Raûf Kesîcî cara duyem, ji Zanîngeha Bogaziçiyê Dr. Melîke Acar û dersdar Ayşegul Soysal cara pêncem derketin pêşberî dadgehê.
Li 26em DCGyê ji Zanîngeha ODTUyê lêkolîner Mehtap Tosûn û ji Zanîngeha Hacettepeyê Doç. Dr. Îlknûr Yuksel cara yekem derketin pêşberî dadgehê.
15 meh cezayê girtinê li du akademisyenan hate birîn
Li 27em DCGyê dadgehê ji bo Taylan Şahan Tarhan, Tûna Kûyûcû û Îlker Bîrbîlî biryara xwe aşkere kir. Dadgehê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kirine” û li gorî Xala 7/2yê ya Qanuna Dijterorê (TMK) her yek ji wan 15 meh cezayê girtinê li Tûna Kûyûcû û Îlker Bîrbîlî birî. Her weha li gorî xala 7/2yê ya TMKyê 18 meh û 22 roj ceza jî li Taylan Şahan Tarhanî birî. Biryar nehatiye aşkerekirin û aşkerekirina wê hatiye taloqkirin.
Yek ji endamên heyetê li hemberî biryarê derketiye û xwestiye ceza ne di asta herî jêr bê dayîn.
Li heman dadgehê dadgehê bi heman tohmet û îdiayê 2 sal û 6 meh cezayê girtinê li Nevîn Zeynep Yelçeyê birî. Aşkerekirina biryarê nehate taloqkirin. Parêzerên Yelçeyê wê biryarê bibin ber destê Dadgeha Îstinafê.
Li 26em DCGyê heyeta dadgehê ji bo du, li 27em DCGyê jî ji bo pênc dosyayên akademisyenan biryara bêerkiyê da. Li 27em DCGyê biryara zeftkirina akademisyen Bakî Tezcanî nehat rakirin.
Akademîsyenên Aşîxwaz
Da ku em bibînin ka karê rojnamegeran çi qasê zehmet û teknîkî ye mînakên baş dozên “Akademîsyenên Aşîxwaz” in. Piştî pêjoya çareseriyê bi dawî bû. Li Başûrê Rojhilatî xendek hatin kolandin û li warên jiyanê operasyon hatin kirin. Piştî vê yeke akademîsyenan nivîsek îmze kir. Bi îmzekirina wê nivîsê ew ji karen xwe hatin avêtin paşê yek bi yek li ser akademîsyenan doz hatin vekirin.
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh; akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê “propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê “Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301.” bene dadkirin. Dadkirina wan didome. (TP/FD)