Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Li 26em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) a Stenbolê, ji Zanîngeha Bilgiyê dersdêr John William Day û ji Zanîngeha ODTUyê Alîk. Doç. Dr. Besîm Can Zirh cara yekem,
Li 25em DCGyê ji Zanîngeha Çankayayê lêkolîner Ekîn Bariş Şah cara yekem,
Li 30em DCGyê ji Zanîngeha ODTUyê Prof. Dr. Mahînûr Akkaya, dersdêr Bakiş Kutlu Kurtuluş, Prof. Dr. Onur Yildirim, lêkolîner Kivilcim İlbaşi, Prof. Dr. Çaglar Guven, ji Zanîngeha Enqereyê lêkolîner Bahar Şîmşek, Doç. Dr. Benan Eres, ji Zanîngeha Bîlkentê Alk. Doç. Dr. Ozlem Savaş û ji Zanîngeha Çankayayê Alk. Doç. Dr. Hande Kaynak cara yekem, ji Zanîngeha Mêrsînê Alk. Doç. Dr. Hakan Altun û ji Zanîngeha Dîcleyê Alk. Doç. Dr. Mûstafa Ogûz Sînemîllîoglû cara diyem, Prof. Dr. teqawidbûyî Oget Oktem Tanor, ji Zanîngeha Mîmar Sînanê dersdar T. K û ji Zanîngeha Dogûşê Prof. Dr. Serdar Degîrmencîoglûyê ku ji kar hatiye derxistin cara sêyem hatin dadkirin.
Sal û sê meh cezayê girtinê li akademisyenekî
Li 30em DCGyê dadgehê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” sal û sê meh cezayê girtinê li akademisyen T. K. birî. Biryar nehate aşkerekirin û bi paş de hate avêtin.
Heman heyetê ji bo dosyeya 10 akademisyenan jî biryar girt ku ew di vê mijarê de ne erkdar in.
Her weha li 25em DCGyê heyetê ji bo dosyeyekê, li 26em DCGyê jî ji bo du dosyeyan biryar hate girtin ku ew ne erkdar in.
Akademîsyenên Aşîxwaz
Piştî pêjoya çareseriyê bi dawî bû li Başûrê Rojhilatî xendek hatin kolandin û li warên jiyanê operasyon hatin kirin. Piştî vê yeke akademîsyenan nivîsek îmze kir. Bi îmzekirina wê nivîsê ew ji karen xwe hatin avêtin paşê yek bi yek li ser akademîsyenan doz hatin vekirin.
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh; akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê “propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê “Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301.” bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
(TP/FD)