DOZA CUMHURÎYETÊ
Dadgehê biryara xwe aşkere kir: 7 kes serbest in, 5 kes girtî man

Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Li Dageha Cezayê Giran a 27. a Stenbolê, 19 kes roja 28ê Tîrmehê ji bo Doza Cumhuriyetê hatin dadkirin, 12 kes ji wan di girtîgehan de ne. 11 kesên girtî xebatkar û birêvebirên rojnameya Cumhuriyetê ne û kesek bikarhênerê Twîtterê ye. Dadgehê biryara demkî da.
Abdûrrahman Orkûn Dagî, serokê dadgehê biryar girt ku nivîskarê rojnameyê Gûray Oz, karîkaturîst Mûsa Kart, Endamê Lijneya Rêveberiya Weqfa Cumhuriyetê û parêzer Bûlent Ûtkû, nivîskarê rojnameyê Hakan Kara, Endamê Lijneya Rêveberiya Weqfa Cumhuriyetê Onder Çelîk, Endamê Lijneya Rêveberiya Weqfa Cumhuriyetê û parêzer Mûstafa Kemal Gungor û Derhênerê Giştî yê Weşanê yê Paşkoya Pirtûkê ya Rojnameya Cûmhûriyetê Tûrhan Guney serbest bin.
Herwiha ji bo berpirsê weşana Rojnameya Cumhuriyetê yê girtî Murat Sabûncû, Serokê Lijneya Bicihanînê yê Rojnameya Cumhuriyetê û parêzer Akin Atalay, nivîskarê rojnameyê Kadrî Gursel, nûçegîhanê rojnameyê Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdû yê ji ber tweetan dihat darizandin biryara berdewamiya girtinê hat dayin.
Dadgehê li ser daxwaza dozger biryar girt ku ji ber paraznameya wî ya dadgehê giliyê Ahmet Şikî li cem dozgeriyê bikin.
Piştî biryarê çepik hatin lêdan û slogana “Ahmet dê derkeve dîsa binivîsîne” hat berzkirin.
Daneşîn ji bo 11yê Îlonê hat bipaşxistin ku wê li Silivriyê bê dîtin. (EA/BK/FD)
Ahmet Şik û Murat Sabuncu beşdarî Nobeta Edaletê bûn

DOZA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Ahmet Şik û Mûrat Sabûncûyî da
Rojnameger Ertûgrûl Mavîoglûyî beraet kir

Nûçeya “Erdoganî daxwaza sansûrê kir” jî hat sansûrkirin

5emîn CIVÎNA DADGEHKIRINA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Biryar hat standin ku rojnameger girtî bimînin
