Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
8 endamên Konseya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) duh piştî îfadeya li dozgerî û dadweriyê bi şertê kontrola edlî serbest man ku 11 endamên Konseyê hatibûn desteserkirin.
Prof. Dr. Sînan Adiyaman, Dr. Ayfer Horasan û Dr. Şeyhmûs Gokalp, roja înê (2yê Sibatê) ji hêla Dadweriya Cezayan a Sulhê ve bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn hiştin.
Duh jî ji bo endamên din ên konseya navendî Prof. Dr. Mehmet Raşît Tukel, Prof. Dr. Taner Goren, Dr. Hande Arpat, Dr. Mehmet Sezaî Berber, Dr. Selma Gungor, Dr. Bulent Nazim Yilmaz, Dr. Funda Barlik Obûz û Dr. Dûrsûn Yaşar Ûlûtaş piştî îfadeya dozgerî û dadweriyê bi heman şertê biryara serbestiyê hatibû derxistin.
Çi bûbû?
Piştî ku TTByê li hemberî operasyona li ser Efrînê belavokek bi ser navê “Şer pirsgirêka tenduristiya gel e” belav kir Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî 26ê Kanûna Paşiyê roja înê wiha gotibû: “Ev begefendîyana heta niha ti caran ne bûne xwecîh û milî” û wan weke “hezkirên terorê” bi nav kir.
Piştî vê daxuyaniyê TTByê daxuyaniyek belav kir ku ji 7 xalan pêk dihat û hat gotin ku “Konseya Navendî ya TTByê di vê pêvajoyê de bi berpirsiyarane û helwesteke yekîtiya doktoran nêrîna xwe aniye ziman.”
28ê Kanûna Paşiyê Wezareta Navxweyî aşkere kir ku ew ê giliyê endamên Konseya Navendî ya TTByê li gel Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bikin.
29ê Kanûna Paşiyê piştî gilîkirina Wezareta Navxweyî derbarê TTByê de lêpirsîn hate vekirin.
30ê Kanûna Paşiyê polîsan bi ser malên wan de girtibû û doktor desteser kiribûn. (AS/FD)
Fotograf: Evrensel