Polîsan endamên Yekîtiya Doktoran desteser kirin
Polîsan li hemberî Yekîtiya Doktoran a Tirkan operasyon pêk anî ku saziyê daxuyaniyek bi ser navê “Şer pirsgirêka tenduristiyê ya gel e” belav kiribû. Ji bo 11 doktoran biryara desteserkirinê heye. Polîsan li navenda saziyê, mal û mûayexaneyên doktoran lêgerîn kir.