Dadgehê biryara berdana Prof. Dr. Îştar Gozaydinê da

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Prof. Dr. Îştar Gozaydin 94 roj in ku di girtîgehê de bû. Bi biryara dadgehê ew ê serbest bê berdan lê derketina ji welatî ji bo wê hat qedexekirin.
Gozaydin di 20ê Kanûna Pêşiyê de hatibû desteserkirin. Ew di 27ê Kanûna Pêşiyê de hat girtin.
Parêzerên wê Murat Dînçer û Erdal Doganî gelek caran daxwaza berdana wê kiribû.
Dadgeha Cezayên giran a 27. a Stenbolê, biryara serbestberdana Prof. Dr. Îştar Gozaydinê da lê derketina ji welatî lê qedexe kir.
Çi bûbû?
Ji bo lêpirsîna FETO/PDY(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) lêpirsîn li xebatkarên Zanîngeha Gedîzê hat vekirin. Prof. Dr. Îştar Gozaydin jî ji bo wê lêpirsînê hat girtin. Ew bi sûcê “avakirina rêxistina terorî” tê sûcdarkirin. Xebatên wê yên ji bo Zanîngeha Gedîzê, Samanyolû TC û Can Erzîncan TVyê wek delîlên sûckirinê hatin nîşandan.
396 jinên akademîsyen, nivîskar û hûnermend daxwaza berdana Gozaydinê kiribû. (EA/MB)
Ahmet Şik û Murat Sabuncu beşdarî Nobeta Edaletê bûn

DOZA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Ahmet Şik û Mûrat Sabûncûyî da
Rojnameger Ertûgrûl Mavîoglûyî beraet kir

Nûçeya “Erdoganî daxwaza sansûrê kir” jî hat sansûrkirin

5emîn CIVÎNA DADGEHKIRINA ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ
Biryar hat standin ku rojnameger girtî bimînin
