Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Barbaros Şansal, piştî êrîşa li Reînayê ji ber parvekirinên di medyaya civakî de yên li ser êrîşê hatibû girtin.
Şansal bi sûcê “ji bo kîn û dijminiyê tehrîkkirina gelî” dihat sûcdarkirin.
Dadgeha Stenbolê ya Cezayên giran a 5. biryara serbestberdana wî da.
Parêzerê wî biryara serbestbedanê li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsî.
Barbaros Şansal hakkında yapmış olduğumuz itiraz üzerine İstanbul 5. Ağır ceza mahkemesi tahliye kararı verdi.
— Efkan Bolaç (@efkanbolac) 1 Mart 2017
Çi bûbû?
Modekar Barbaros Şansal di vîdeoya li ser twitterê parve kiribû de wiha digot: “Îro ev qas rojnameger girtî ne, ev qas zarok tên tecawîzkirin û tacîzkirin, ev qas pêkanînên nerêtî û ruşwetê hene û serhişkan li kolanan behsa qirêjiyê dikin. Ka hûn sala nû pîroz dikin gelo?”
Şansal diyar kir ku wî vîdeoyê ji Kibrisê parvekiriye û ji ber di dawiya vîdeoyê de gotiye ‘Di nav gûyî xwe de bixeniqe Tirkiye” gelek aliyan ji vê yekê aciz bûbûn. Hûn dikarin vîdeoyê ji vir bibînin.(HK/MB)