Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Modakar Barbaros Şansal bi îdiaya ‘gel tehrîkî kîn û dijminatiyê kiriye’ ve hat girtin û wî şandin Girtîgeha Silivriyê.
Şansal di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de wiha gotiye:
“We 2 twittên parvekirî ji min pirsî. Yek aydî min e, lê ya din min parve nekiriye.
“Min wê twittê jî roja serê salê piştî êrişa terorî yê li dijî Reinayê saet 03:00an de parve kiribû. Mebesta min ew bû ku ez mexdûrbûna welatiyên xwediyê 3 baweriyên din in, bînim ziman. Min bi ti awayî zimaneke ferqmeyîlî, kîn û nefretê bi kar neaniye.
Hinceta girtinê
14. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê bi hincetên taybetiya sûcê, hebûna delîlên sûckirinê, înfîala ji ber parvekirinên di medyaya civakî de ji ber sûcê ‘bêrûmetkirina gel’ û ‘gel tehrîkî kîn û dijminatiyê kiriye’ derbarê Şansal de biryara girtinê da.
Çi bûbû?
Modekar Barbaros Şansal di vîdeoya li ser twitterê parve kiribû de wiha digot: “Îro ev qas rojnameger girtî ne, ev qas zarok tên tecawîzkirin û tacîzkirin, ev qas pêkanînên nerêtî û ruşwetê hene û serhişkan li kolanan behsa qirêjiyê dikin. Ka hûn sala nû pîroz dikin gelo?”
Şansal diyar kir ku wî vîdeoyê ji Kibrisê parvekiriye û ji ber di dawiya vîdeoyê de gotiye ‘Di nav gûyî xwe de bixeniqe Tirkiye” gelek aliyan ji vê yekê aciz bûbûn. Hûn dikarin vîdeoyê ji vir bibînin.(YY/YO)