Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Îstînafê 6 meh û 20 roj cezayê girtinê yê modekar Barbaros Şansalî erê kir. Doz ji ber parvekirina vîdeoyekê ya Şansalî hatibû vekirin ku şeva sersalê par ve kiribû. Dadgehê parvekirin di çarçoveya xala 301emîn ya Yasaya Ceza ya Tirkan (TCK) nirxandibû û bi îdiaya ku “biçûkxistina miletê Tirk û dewleta Komara Tirkiyeyê hatiye kirin” doz li Şansalî vekiribû û ceza dabûyê.
Barbaros Şansalî piştî vê rewşê ji bo lêkolîna dosyayê serî li 2yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Stenbolê dabû. Di encamê de dadgehê cezayê ku 43yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê dabû Şansalî erê kir.
Efkan Bolaç parêzerê Şansalî li ser navê wî serî li dadgehê dabû. 2yemîn Daîreya Cezayê biryara dadgeha herêmî dabû nirxand û diyar kir ku gotinê Şansalî di vîdeoyê de aniye ziman “miletê Tirk biçûk dixe” û ev jî li ser medyaya civakî bi awayekî aşkere çêbûye.
2yemîn Daîreya Cezayê, hukmê dadgeha herêmî li gorî yaseyê dît û serîlêdana parêzerê Barbarosî ji bingehê ret kir.
Çi bûbû?
Modekar Barbaros Şansalî di vîdeoya li ser twitterê parve kiribû de wiha digot: “Îro ev qas rojnameger girtî ne, ev qas zarok tên tecawîzkirin û tacîzkirin, ev qas pêkanînên nerêtî û ruşwetê hene û serhişkan li kolanan behsa qirêjiyê dikin. Ka hûn sala nû pîroz dikin gelo?”
Şansalî diyar kir ku wî vîdeoyê ji Kibrisê parvekiriye û ji ber di dawiya vîdeoyê de gotiye ‘Di nav gûyî xwe de bixeniqe Tirkiye” gelek aliyan ji vê yekê aciz bûbûn.
2yê Kanûna Paşiyê ji Kibrisê hatibû dersînorkirin û ew şandibûn Tirkiyeyê. Parêzerê Şansalî gotibû ku rayedarên Kibrisê derbarê dersînorkirinê de ti dokuman nedaye wan.
Di saetên 2yê Kanûna Paşiyê de dema ku Şansal gihişte Balafirxaneya Ataturkê beriya ji hêla polîsan ve were desteserkirin rastî êrîşa komekê ve hatibû.
Paşê ew biribûn dozgeriyê û di 3yê Kanûna Paşiyê ya 2017yê de hatibû girtin. Di 2yê Adara 2017yê de hatibû tehliyekirin. (AS/FD)