Dadgehê 9 sal 4 meh cezayê girtîgehê li Selçûk Mizrakliyî biriye

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli îro li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dadgehkirin û di encama dadgehkirinê de bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” 8 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mizrakliyî birî.
Mizraklî beşdarî danişînê nebûye.
Piştî parastina parêzerên Mizrakli, Zulal Erdogan, Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin û Muhsîn Bîlal, şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 9 sal, 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mizrakli birî.
Zulal Erdogan, parêzera Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakliyî derbarê cezaya ku dane Mizrakli da ji bianettê ra axivîye û gotîye, "li ser delîlên dij hiqûqê ceza dane. Emê biçin îstinafê, dadgeha bilind û DMMEyê.
Bi biryara Wezareta Karên navxweyî 19yê Tebaxê qeyûm li şuna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakliyî hatibû tayin kirin. Danişîna biryarê ya Mizrakliyî îro li 9em Dadgeha Cezayê Girana Amedê hatiye li dar xistin. Mizrakliyî bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” 9 sal û 4 meh ceza girtî ye.
Parêzerên Mizrakli, Zulal Erdogan, Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin û Muhsîn Bîlal di danişînê da amade bûn.
Zulal Erdogan, parêzera Mizrakliyî, derbarê biryara dadgehê da ji bîanettê ra axivîye û gotîye; "li ser delîlên dij hiqûqê ceza dan. Ji bo bi dawî hatina bê hiqûqîyê emê tekoşîna xwe bidomînin. Emê îstinafê, dadgeha bilind û DMMEyê. Dozger li gor beyanên îtirafker daxwaza cezayê kir. Îddîayên ku di dosyê de wek delil peşkeş kirin em wan delîlan weke dijî hiqûqê dijmêrin û pêvajoya hiqûqî wê dewam bike". (RT/AY/FD)
Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Şaredariya Esenyurtê hatiye dorpêçkirin: "Em qeyûm naxwazin"

Koma ku stranên “Keça Kurdan” û “Şervano” digotin hatin desteserkirin

Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin

13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind

Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir
