Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandmeha ji bo terorê” têne dadkirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 37. a Stenbolê, lêkolînêr, Sinem Aydınlı cara sêyem dad kir. Dadgeha Cezayên Giran a 37. a Stenbolê Alk. Doç. Dr. Zeki Kanay cara yekem dad kir.
Dadgeha Stenbolê îro bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistina terorî” 15 meh cezayê girtinê daye Sinem Aydinliya akademîsyen û dema cezayê wê bi paş de da. Parêzerê Aydinliyê dema ku ew diparast dadgerî, rê neda ew gotinên xwe temam bike lê parêzerî gotinên xwe domand. Dadgerî got parêzer parastinê bi şêweyekê siyasî dike. Li ser vê yekê parêzerî got ji ber ku doz bi xwe sîyasî ye parastin jî sîyasî ye.
Bixwîne - Ji destpêkê heta îro çi bûye?
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Biryara cezayê girtinê
bianet kurdî ji destpêkê heta îro nûçeyên “akademîsyenên aştîxwaz” çêdike. Akademîsyenên ji bo wan biryara cezayê girtinê hatî dayin ev in:
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
* Prof. Dr. Mehşe Erzan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Nesrin Sungur Çakmak - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Özdemir Aktan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Öğr. Gör. Aslı Takanmeh – biryar nehatiye eşkerekirin.
* Doç. Dr. Esra Arsan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Gülhan Türkmeh - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Yrd. Doç. Dr. Lütfiye Bozdağ - 1 sal 6 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı - 2 sal 6 meh cezayê girtinê.
Ji bo van kesan bêyî ku ji wan bê pirsîn ka ew dixwazin "eşkerekirina hikmî bê paşdedan" an na, hikmê li ser wan hatiye eşkerekirin:
* Lêkolînêr Onur Baysal - 28. Dadgeha Cezayên Giran - Salek û sê meh.
* Dr. Yonca Güneş Yücel - 28. Dadgeha Cezayên Giran - Salek û 6 meh.
* Prof. Dr. Gençay Gürsoy - 37. Dadgeha Cezayên Giran - 2 sal û 3 meh.
(TP/MB)