Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku nûçegihana berê ya rojnameya Cumhuriyetê, Pelin Unkerê nûçe li ser “Paradise Papersê*” çêkiribû, Berat û Sedat Albayrakî doz lê vekiribû.
Dadgeha Bilind cezayê girtinê kiriyecezayê pereyî. Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 2. a Stenbolê 8ê Kanûna Paşiyê salek û 15 roj cezayê girtinê dabû Unkerê. DAdgeha Bilind ew ceza betal kiriye û 8 hezar û 860 TL cezayê pereyî daye Unkerê.
Bixwîne - Li dinyayê bi tenê du kesan ji ber nûçeyên “Paradise Papers”ê doz vekirine
*Paradise Papers: Komeka agahiyên dîjîtal in ku Süddeutsche Zeitungê li medyaya dinyayê belav kiriye. Tê de diyar dibe ku ji bo nedayina bacê, xwe-xelaskirina ji ambargoyan gelek kesên pilebilind ên welatan li girêvên bacê nastînin hesabê xwe vekirine.
Çi bûbû?
Komek ji çapemeniya cîhanê, lêkolîn li ser 13 milyon û 400 hezar belgeyên derbarê hesabên offshore yên 120 siyasetmedar û karsazên ji 50 welatan kiribûn. Navê van belgeyan weke Paradise Papers (Kaxizên Bihuştê) hatibû danîn.
Derketibû holê ku di nava wan belgeyan de navê Berat Albayrak, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî û birayê wî Serhat Albayrak derbas dibe. Her weha hatiye dîtin ku her du kurên Serokwezîrê demê Bînalî Yildirimî li Maltayê xwedî şîrketên ‘offshore’in.
Li Tirkiyeyê jî weke gelek saziyên medyayê rojnameya Evrenselê jî nûçeyên van belgeyan çêkiribûn.
Piştî ku nûçe hatin weşandin Berat û Serhat Albayrak, doz li ser rojnameger Çagri Sari, Midûra Kevin a Karên Nivîsan a Rojnameya Evrenselê vekiribûn. Hatibû îdiakirin ku “heqaret û bêbextî” li wan hatiye kirin û daxwaz kiribûn ku bila Çagri heta şeş salan bi cezayê girtinê were cezakirin.
Unker li Dadgeha 2. a Stenbolê ya Cezayên Asliyeyê ya Stenbolê hat dadkirin. Cara duyem bû ku Unker hat dadkirin.
Dema Berat Albayrakî doz vekirî, ew wezîrê enerjî û çavkaniyên xwezayî bû. Wî bi sûcê “îftirakirina bi rêya çapemeniyê” doz li rojnamegera navborî vekiribû.
“Bi tenê li Tirkiyeyê...”
Unkerê di parastina xwe de diyar kiriye ku li ser belgeyên bi navê Paradise Papersê(Belgeyên Biheştê) li 47 welatan nûçe hatine çêkirin. Belge li ser sîyasetmedarên wan welatan e û nûçe li ser wan hatine çêkirin lê bi tenê ji Tirkiyeyê du sîyasetmedaran doz vekirine.
Unkerê diyar kiriye ku li Maltayê şirketek bi navê Serhat Albayrakî hatiye vekirin. “Ji beriya ku em nûçeyê çêbikin me pirs ji Çalik Holdîngê jî kir û me di nûçeya xwe de cih da bersiva wan jî.”
(HA/MB)