Chomsky ji bo rojnamegerên girtî û Osman Kavalayî axivî

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Pirtûka nû ya Noam Chomsky profesorê zimannasiyê û bîrewerê DYAyî ya bi navê “Dilnexweşiya Kureyî: Axavtinên Derbarê Gefên ku li Hemberî Demokrasiyê Bihêz Dibin” wê di hefteya yekem a Çiriya Paşiyê de bê weşandin.
Me ji Chomsky nirxandina wî tiştî xwest ku gelo “dilnexweşiya kureyî” li Tirkiyeyê xwe çawa nîşan dide. Chomsky wê pêvajoya ku her roj hejmara rojnamegerên girtî zêde dibe û herî dawî mafparêz û karsaz Osman Kavalayî hat desteserkirin şîrove kir.
“Êrîşeke tund a li ser mafê azadiya xwedîfadekirinê ye”
Chomsky mijara girtina rojnamegeran li Tirkiyeyê şîrove kir û wiha got; “Girtina rojnamegeran û aktivîstên ku rejîma Erdoğanî rexne dikin, zordestiya ku dibînin, êrîşeke tund a li ser mafê azadiya xwedîfadekirinê yê esasî ye. Ev girtin, darbeyeke tund a li ser azadî û demokrasiya Tirkiyeyê ye.”
“Divê ev kiryar demildest bi dawî bibin”
Bîrewerê DYAyî wiha berdewam kir, “Ji bo herka zanyarî û nîqaşa azad ji nû ve zindî bibe û fêdê li civaka Tirkiyeyê bike divê demildest dawî li van kiryaran bînin”.
YEyê jî bertek nîşan dabû
Maja Kocijancic Berdevkê Komisyona Yekîtiya Ewropayê (YE) jî ji bo pêvajoya desteserkirina Kavalayî bertek nîşan dabû û balkişandibû ser prensîba şana bêgunehî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê. (PT/FD)
Sahak Maşalyan bûye petrîkê nû yê ermenîyên Tirkiyeyê

18 roj in ku li Çiyayên Kazê protestoyên aştîyane didomin

Agir bi gundên Suryaniyan ketiye

Li Heskîfê devikên bendavê hatiye girtin, av bilind dibe

Li Gokçeadayê welatiyekî rûm hatiye kuştin
