Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
35 akademisyen, nivîskar û lêkolîneran di bin serpereştiya Jean-François Bayart Serokê Tora Ewropayê ya Analîzên Civakên Siyasî de nameyek vekirî ji Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdoganî re şandin û daxwaz kirin ku bila Osman Kavala di demeke herî kurt de serbest bimîne.
Beşdaran diyar kir ku ew ji ber daxuyaniya Serokomar Erdoganî ya piştî Osman Kavala hat desteserkirin beyitî ne û gotin ku tiştên Kavala pê tên sûcdarkirin manîpulasyon in. Akademisyen û nivîskaran destnîşan kirin ku “Osman Kavala mirovê çand û aştiyê ye”.
“Rêzdar Serokomar, hûn Misilman in. Hin kesên ku îmze dane vê nameyê jî Misilman in, yan jî xwedî baweriyeke cuda ne. Lê ji cudatiyên me wêdetir em hemû jî dixwazin ku edalet were cî. Lê tiştê ku di 18yê Çiriya Pêşiyê de qewimî bêedaletiyeke mezin bû. Em ji we daxwaza wî tiştî dikin ku ji bo xetaya polîsan veneguhere xetayeke dadê hûn bûyera Osman Kavalayî lêkolîn bikin. Em ji we daxwaz dikin ku Kavala demildest serbest bê berdan.”
Kesên îmze avêtine bin nameya Jean-François Bayartî ev in ku Bayart Midûrê lêkolînê yê CNRSyê (Navenda Lêkolîna Zanist a Netewî) û rêveberê CERI (Navenda Lêkolîn û Lêpirsînên Navnetewî) ya bi ser Weqfa Zanista Siyasetê ya Netewî ve girêdayî ye:
Fariba Adelkhah (Paris), Richard Banégas (Paris), Roberto Beneduce (Turin), Filip de Boeck (Louvain), Irene Bono (Turin), Florence Brisset-Foucault (Paris), Armando Cutolo (Sienne), Andreas Eckert (Berlin), Peter Geschiere (Amsterdam), Miroc Goepfert (Constance), Thornike Gordadze (Paris), Gabriella Gribaudi (Naples), Sten Hagberg (Upsalla), Béatrice Hibou (Paris), Alessandro Jedlowski (Liège), Antoine Kernen (Lausanne), Michal Kozlowski (Varsovie), Denis Lacorne (Paris), Giovanni Levi (Venise), John Lonsdale (Cambridge), Roland Marchal (Paris), Alfio Mastropaolo (Turin), Françoise Mengin (Paris),, Eric Morier-Genoud (Belfast), Didier Péclard (Genève), Isabel Raposo (Lisbonne), Jean-Louis Rocca (Paris), Boris Samuel (Rabat & Paris), Ramon Sarro (Oxford), Klaus Schlichte (Brême),, Ricardo Soares de Oliveira (Oxford), Simona Taliani (Turin), Bruno Théret (Paris),, Mohamed Tozy (Casablanca & Aix).
Çi bûbû?
Serokê Lijneya Birêveberiyê yê Anadolu Kulturê Osman Kavala 18yê Çiriya Pêşiyê li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû desteserkirin.
Piştî ku Kavala hat desteserkirin rojnameyên nêzîkî desthiladariyê ew weke hedef nîşan dabûn.
Erdogan di 24ê Çiriya Pêşiyê de li Civîna Komê ya AKPyê de axivî bû û Kavala weke “Sorosê Tirkiyeyê” bi nav kiribû. (ÇT/FD)