Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dageha Cezayên Giran a Stenbolê doza kuştina berpirsê, weşana giştî ya Rojnameya Agosê bi rê ve dibe.
35 bersûcên dozê hene. Îro Ali Fuat Yılmazer, Ramazan Akyürek û Ogün Samastê girtî û Celalettin Cerrah, Sabri Uzun, Ahmet İlhan Güler, Reşat Altay li dadgehê xwe parastin.
Yasin Hayal, Hamdi Egbatan, Osman Gülbel, Ali Poyraz, Şükrü Yıldız, Mehmet Ali Özkılınçî bi SEGBISê(Sîstema Peywendiya bi Deng û Dîmenan) xwe parastin.
Xweparastina Celalettîn Cerrahî
dozgerî xwest Celalettîn Cerrahê ku di wê dema kuştinê de berpirsê emniyetê bû xwe biparêze.
Ji xweparastinê:
*Piştî kuştinê em kom bûn. Wezîrê karên navxweyî yê hingê, Abdûlkadîr Aksû, wezîrê dadê Cemîl Çîçek û dozger di civînê de bû. Berpirsê Îstixbaratê yê Stenbolê, Ramazan Akyûrekî hingê belgeya F4(Belgeya hişyarî tê de hebû ku dîyar dikir Hirant Dînk dê bê kuştin) nîşanî me nekir. Me nezanî ew heye.
*Di civînê de Akyûrek jî tê de min ji her kesan pirsî ka di destên wan de agahî hene an na.
*Piştî navê Ogûn Samastî eşkere bûyî jî wî bi bêdengîyê guhdariya me dikir. Me nû zanî wî hingê ew nav ji berpirsê Emniyeta Trabzonê ji Erhan Tûncerî dipirsî.
*Heke xemsarî hatibe kirin ev xemsarî ne ya min e ya Berpirsiyarîya Îstixbarata Stenbolê û Trabzonê û Walîtîya Stenbolê ye. (EA/HK/MB)