Bîst roj in agahî ji Hurşît Kulterî nayên standin

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bîst roj in ku ti agahî ji Hurşît Kulterê birêvebirê Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) nayên standin.
Serokê Baroya Şirnexê, Nûşîrevan Elçîyî ji bianetê re got, ji Hurşît Kulterê ji 27ê Gulanê ve bê ser û şûn e, ti agahî nehatine standin.
Elçîyî dîyar kir ji ber qedexeya derketina derve ew nikarin biçin nava bajarê Şirnexê û rayedar jî bersivê nadin.
Nûşîrevan Elçî got:
‘’Agahîyek jî nehatiye standin’’
‘’Hevalan serî li dozgeriyê, Dadgeha Makeqanûnê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daye lê heta niho me agahîyek jî ji ti deran nestandiye.’’
‘’Em jî nikarin biçin Şirnexê divê di demek kurt de qedexe rabe û dîyalogek baş di navbera rayedar û me de çêbe.’’
Çi bûbû?
27ê Gulanê, li ser hesabekê Twitterê yê bi navê "BÖF", wêneyê Kulterî hat belavkirin û hat nivîsîn ku Kulter hatiye desteserkirin. Tê texmînkirin ew hesab yê ‘Hêzên Taybet’ bû lê paşê ew wêne ji wî hesabî hat rakirin.
Kulterî bi peyamekê ji malbata xwe re nivîsîbû ku derdora wî hatiye dorpêçkirin û ji wan xwestibû ew ‘’heqê xwe helal bikin.’’
Walîtîya Şirnexê û Navenda Giştî ya Polîsan a Şirnexê diyar kiribûn ku Kulter ne hatiye desteserkirin.
Parlamenterên HDPyê yên Şirnexê Aycan Îrmez û Leyla Bîrlîkê li parlamentoyê ji bo wezîrê karên navxweyî, Efkan Ala bersivê bide pirsnameyek nivîsîbû.
Komeleya Mafên Mirovan 3yê Hezîranê ji bo Kulterî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû. (EKN/MB)
Alî Fikrî Işikî beraet kiriye, wî gotibû “neçe leşkerîyê here dîskoyê”
.jpg)
Li Stenbolê dengên AKPyê di sê hilbijartinan de: 2004, 2009 û 2014 çawa guherî?

PARÊZER MAHSÛNÎ KARAMAN
“DMMEyê him serlêdana Demîrtaşî him jî ya Tirkiyeyê qebûl kiriye”

Hevseroka HDPyê ya Amedê: Polîsan avahiya partiya me dorpêç kiriye

Atîlla Taş dîsa hat girtin
