Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Çaremîn daneşîna doza Rojnameya Cumhuriyetê li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê bi rê ve çû ku 5 jê girtî 20 kes tên dadgehkirin.
Dadgehê biryara xwe ya demkî eşkere kir.
Abdûrrahman Orkûn Dag Serokê Dadgehê biryar girt ku hemû rojnamegerên girtî di rewşa girtîtiyê de berdewam bin. Dadwer Halît İçdemîr endamê dadgehê li hemberî vê biryara berdewamiya girtîtiya rojnamegeran derket. Dadgehê her wiha biryar girt ku Mehmet Faraç, Leyla Tavşanoglû û Dogan Satmiş bi darê zorê bînin dadgehê.
Daneşîna pencemîn a dozê wê di 25 û 26ê Kanûna Pêşiyê de çêbibe.
Di çarçoveya dozê de Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Cumhuriyetê Mûrat Sabûncû, Parêzer û Serokê Liijneya Îcrayê yê Rojnameya Cumhuriyetê Akin Atalay, xwebatkarê muhasebeya Cumhuriyetê Emre Îper, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdû ku ji ber tweetên xwe tê sûcdarkirin, girtî tên dadgehkirin.
Raya giştî ya navnetewî doz şopand
Sarah Clark ji PEN a Navnetewî, Rachida Lanrabet ji PEN a Belçîkayê, rojnameger û nivîskarê Almanî Hans-Gunter-Wallraff, Jorgen Lorentzen ji PEN a Norwêcê, Serokê IPIyê John Yearwood, ji Konsolosiya Belçîkayê Jesper Kamp û ji Delegasyona Tirkiye ya YE Sema Kiliçer û Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê Tirkiyeyê Erol Onderoğlu doz şopandin.
20 kes tên dadgehkirin
Karîkatur: Tarık Tolunay
Mûrat Sabûncû, Akin Atalay, Emre Îper, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdû yên girtî û Bülent Utku, Musa Kart, Güray Öz, Turhan Günay, Hakan Karasinir, Mustafa Kemal Güngör, Hikmet Çetinkaya, Orhan Erinç, Aydın Engin, Günseli Özaltay, Bülent Yener, Kadri Gürsel û Musa Kart yên ku ne girtî tên dadgehkirin beşdarî danişînê bûn.
Ji bo Can Dundar û Îlhan Tanirî biryara zeftkirinê heye.
Di daneşîn îro de dokumanên ku ji bo dadgehê hatine şandin hatin xwendin. Mehmet Faraç ê ku ji bo şahidiyê dadgehê bang li wî kiribû careke din nehat daneşînê. Faraç di gel ku ji bo du daneşînan bang lê dikin nayê daneşînan.
Aynûr Tûncel Yazgan parêzera Aydin Engînî axivî û xwest ku roportaja Dogan Satmişî ya ku di gazeteciler.com ê de hatiye weşandin weke delîl neyê qebûlkirin.
Parêzer Tora Pekîn axivî û got ku ji ber Faraç nayê dadgehê divê weke şahid êdî lê guhdar nekin.
Her wiha Ahmet Kemal Aydogdû li ser parastina xwe hin tişt zêde kir ku bi “rêveberiya rêxistinê” tê sûcdarkirin û tê gotin ku programa ByLockê bikar aniye.
Biryar hat girtin ku weke pispor li Tûncay Beşîkçiyî guhdar bikin
Dozger Haci Hasan Bolukbaşiyî xwest ku roportaja Dogan Satmişî ji di nava delîlan de bimîne ku parêzerê Aydin Engînî xwestibû ji nava delîlan derkeve, weke şahid li Mehmet Faraç û weke pispor li Tûncay Beşîkçî guhdar bikin ku pisporê înformatîk ê edlî ye.
Piştî nîvro Serokê Dadgehê Abdûrrahman Orkûn Dagî biryar girt ku ji bo Emre Îperî li Tûncay Beşîkçiyî guhdar bikin û roportaja Dogan Satmişî weke delîlan bixin nava dosyayê. Her wiha ew daxwaz derbarê Mehmet Faraçî de jî qebûl nekir ku dihat gotin bila ji şahidiyê bê derxistin.
Dozger daxwaza kiribû ku bersûc girtî bimînin
Di daneşînê de dozgerî nêrîna xwe anîbû ziman û daxwaz kiribû ku Mûrat Sabûncû, Akin Atalay, Emre Îper, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdû girtî bimînin.
Çi bûbû?
Nivîskar û rêveberên Rojnameya Cumhuriyetê bi îdiaya “Digel ku ne endamên rêxistinên PKK/KCK û FETO/PDYyê ne lê li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin sûcdarkirin.
BIXWÎNE: Nûçeyên Doza Cumhuriyetê
Daneşîna pêşiyê ya dozê di 24ê Tîrmehê de li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Daneşîn 5 rojan berdawam kir û dadgeh biryara serbestiya Guray Oz, Musa Kart, Bulent Utku, Hakan Kara, Onder Çelik, Mustafa Kemal Gungor û Turhan Guneyî da. Murat Sabuncu, Akin Atalay, Kadri Gursel, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdu hîn jî girtî ne.
Doza xebatkarê muhasebeya rojnameyê Emre Îper di 10ê Tebaxê de xistin nav doza esasî ya rojnameyê. Daneşîna bê wê di 11yê Îlonê de li Silivriyê birêve biçe. (EA/FD)